Human Rights Watch: Cendirmeyên Tirkîyayê sûrîyayîyan dikujin

Terget – Qamişlo

Rêxistina “Human Rights Watch” a mafên mirovan di raporeka xwe de da zanîn ku leşkerên sînorî ango cendirmeyên Tirkîyayê, li ser sînorê Sûrîyayê guleyan li sivîlan dibarîne û tundîyeka mezin li dij koçberan bi kar tîne.

Rêxistinê bal kişand ser wê yekê ku divê hikûmeta Tirkîyayê lêpirsînekê li dar bixe û tawanbarên ku mafên mirovan binpê kirine, bigihêjin ber destên dadgehê.

Hêjayî gotinê ye ku li gor “Rawangeha Sûrîyayî ya Mafên Mirovan”, ji destpêka sala 2023yan ve li ser sînorê Tirkîyayê /12/ kes hatine kuştin û /20/ birîndar bûne.

You might also like