Sîxurên ku Harûnê Kurd radest kir, hatin cezakirin



Target – Qamişlo

Medyaya Tirkîyayê eşkere kir ku duh êvarî 23yê nîsanê, êrîşeka çekdarî li gundekî Hezexê pêk hatiye.

Li gor rojnameya Duvar, di wê êrîşê de, sîxurên Tirkîyaya dagîrker ku endamê HPGyê Selîm Aydîyaman (Harûn) radestî polîsan kiribûn, hatine cezakirin.

Heman jêderê da zanîn ku di encama êrîşê de kesê bi navê “Hesen Y” hatiye kuştin û du kesên bi navê Edbulah E û Eşref E birîndar bûne.

Hêjayî gotinê ye ku berî /2/ hefteyan dîmenk li ser medya civakî hat belavkirin ku tê de /6/ sîxurên Tirkîyaya dagîrker li deşteka Hezexa Bakurê Kurdistanê li kurdekî kom dibin û wî bi destê xwe radestî polîsên tirk dikin.

You might also like