Birêveberîya Xweser destpêşxerîyek bo çareserîya Sûrîyayê ragihand

Target – Qamişlo
Piştî /12/ salan ji krîza Sûrîyayê, Birêveberîya Xweser destpêşxerîyekê radighîne û daxwaza pêkanîna çareserîyeka siyasî ji Hikûmeta Şamê û hemû alîyên sûrîyayî kir.
Li gor destpêşxerîya birêveberîyê, ew “amade ye bi Hikûmeta Sûrîyê re dîyalogê bike û li ser bingehê birêveberîyên xweser, krîzê têxin rêya çareserîyê”
Di heman demê de, Birêveberî dibîne ku “pêwîst e Tirkîyaya dagîrker ji nava axa Sûrîyayê derkeve û dawî li azarên sûrîyayîyan were”
Xalên sereke yên ku Birêveberîya Xweser di destpêşxerîyê de dan zanîn:
🔵 “Em amade ne bi hemû alîyên Sûrîyayê re danûstndinê bikin, çareserî ancax bi yekîtîya axa Sûrîyayê pêk were.”
🔵 “Civînên Navdewletî yên mîna Cinêv û Astanayê, ji ber ku hemû alîyên Sûrîyayê lê beşdar nebûn, negihan çareserîyekê.”
🔵 “Li gor ezmûna me, Birêveberîya Xweser çareserîya Sûrîyayê ye”
🔵 “Çavkanîyên aborî milkê tevahîya Sûrîyayê ne. Em amade ne xêr û bêra Sûrîyayê yên wekî: Petrol, gaz, genim û qût bi par ve bikin.”
🔵 “Tirkîya sersebeba kirîza Sûrîyayê ye ji ber ku bi rengekî sîstematîk demografîya Sûrîyayê diguherîne û piştgirîyê dide komikên tundiraw ên mîna DAIŞê.”
🔵 “Heger Tirkîya ji axa Sûrîyayê derkeve, em amade ne bi Tirkîya û hemû welatên cîran re danûstandinê bikin.”

You might also like