Target – Qamişlo
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûrîyaya Demokratîk (HSD) di hevpyevînekê li gel qenala Şerq Newsê qala danûstaninên li gel Hikûmeta Şamê, Tirkîya û êrîşa li Silêmanîyê kir.
🔵 Heta Tirkîya dagîrkerîya xwe li Sûrîyayê bi dawî neke, em danûstandinê li gel wê nakin.
🔵 Gelek hêz dixwazin hêzên Hevpeymana Navdewletî ji herêmê derkevin, bi taybet piştî lihevkirina çarqolî ya Îran, Tirkîya, Rûsya û Sûrîyayê.
🔵 Pêwendîyên HSDyê li gel Rejîma Sûrîyayê hene û em dixwazin bi pêş bikevin, lê belê rejîm ji vê yekê re ne amade ye.
🔵 Em hêvî dikin di siberojê de HSD tev li Artêşa Sûrîyayê bibe.
🔵 HSD hêzeka mezin e û bêtir ji /100/ hezar şervanên wê hene, lewra gerek e cihê xwe di nava pergala berevanîya Sûrîyayê de bigire.
