YAT, Dijterora Başûrê Kurdistanê û Hevpeymana Navdewletî bi hev re li DAIŞê xist.

Target – Qamişlo

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûrîyaya Demokratîk (HSD) îroj yeşemê ragihand ku duh şemîyê, Yekîneyên Antî Terorê (YAT), Dijterora Başûrê Kurdistanê (CTG) û Hevpeymana Navdewletî operasyoneka hevbeş li dij DAIŞê pêk anîye.

Li gor HSDyê, operasyon li bajarokê Mergedayê yê li başûrê Hesekêya Rojavayê Kurdistanê li dij komikeka veşartî ku ji /4/ terorîstan pêk dihat, hatiye kirin.

HSDyê da zanîn ku vê komikê çek û cebilxane bo DAIŞê peyda dikirin û di ecanama operasyonê de, gelek çek û belgeyên veşartî hatin desteserkirin.
Fermandarê Giştî yê HSDyê Mezlûm Ebdî jî li ser hesabê xwe yê Twitterê got ku “hêzên me hevahengîyê li gel hevkarên xwe dom dike.”

Ebdî dîyar kir ku “kêlîya êrîşa li balafirxeneya Silêmanîyê hêza CTGyê bi me re bû û tu carî dilsozîya wan li gel Rojavayê nayê jibîrkirin.”

Fermandarê HSDyê eşkere kir ku “hemû tawanbarîyên li dij vê hêza têkoşer, tenê ji bo veşartina rastîyê ye.”

You might also like