Fermandarê Giştî yê HSDyê Mezlûm Ebdî êrîşa li dij balafirgeha Silêmanîyê ya navdewletî şermezar dike

Target – Qamişlo
Îroj şemîyê, Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûrîyaya Demokratîk, Mezlûm Ebdî li ser hesabê xwe yê Twitterê êrîşa Tirkîyaya dagîrker a li dij Silêmanîyê şermezar kir.
🔵 Em armanckirina balafirgeha Silêmanîyê ji hêla Tirkîyayê ve şermezar dikin, ev binpêkirin li Sûrîya û Iraqê berdewam in û encamên wan, bi rîsk in.
🔵 Helwesta YNKyê ya neteweyî ku piştgirîyê dide biraderên xwe yên li Sûrîyayê, Tirkîyayê aciz dike.
🔵 Em ê pêwendîyên xwe li gel birader û hevkarên xwe yên li Silêmanîyê dom bikin û em li hember van binpêkirinan di refekê de ne.