Dadgeheka Tirkîyaya dagîrker biryara girtina “Harûn Elbak” da

Target – Qamişlo

Berî çend rojan Selîm Adîyaman (Harûn Elbak) li deşteka Hezexa Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê, ji hêla komka sîxurên Tirkîyaya dagîrkar ve tê dorpêçkirin û radestî polîsan tê kirin.

Li gor ajansa Mezopotamîyayê, “Harûn” ji bo dadgehê hatiye veguhestin û biryara girtina wî hatiye dayîn û li zindana Şirnexê ya “Tîpa T”yê, hat zindankirin.

You might also like