Zarokekî /8/ salî li Kobanîyê di bîreka kûr de asê maye
Target – Qamişlo
Zarokê bi navê Salih Ebdo Şêxo yê /8/ salî ji gundê Qebacixê yê Kobanîyê ye û li gundê Dihabanê yê rojhilatî bajêr, şivantîya pez dike.
Îroj piştî nîvro, zarokê /8/ salî di bîreka /120/ metreyî de werdibe û tê gotin ew di kûrahîya /40-50/ metreyî de asê maye.
Tîmên Heyva Sor a Kurd, Hêzên Ewlekarîya Hindirîn (Asayîş) û hejmareka mezin a xelkê li wir in, qene wî zarokî ji hindirê bîrê rizgar bikin û heta niha hewldan bedewam in.
Vîdyoyên taybet yên Platforma Taegêtê