/2/ terorîstên DAIŞê li Hesekê tên kuştin
Target – Qamişlo
Duh înyê, Hêzên Ewlekarîya Hindirîn (Asayîş) ragihand ku /2/ terorîstên DAIŞê ku cilên HSDyê li xwe kiribûn û bumbe li xwe pêçandibûn, hewl da êrîşî navenda Asayîşê ya taxa Neşwayê ya bajarê Hesekê bikin.
Asayîşê eşkere kir ku hêzên wê bersiv da vê hewldanê û pevçûneka demkurt çêbû.
Li gor Asayîşê, her du terorîst hatin kuştin û li ser termên wan, êlekên bombekirî hatin dîtin û demlidest lêpirsînê dest pê kir.
Hêjayî gotinê ye ku dawîya sala 2022yan komikên veşartî yên DAIŞê êrîşeka mezin birin ser navenda Asayîşê ya li Reqayê û /6/ endamên Asayîş û HSDyê şehîd bûn û piştî wê operasyona “Tolhildana Şehîdên Reqayê” pêk hat û bi dehan terorîst hatin desteserkirin.
