Asayîş 12 hezar libên kaptagonê desteser dike

Asayîş 12 hezar libên kaptagonê desteser dike

Target – Qamişlo

Hêzên Ewlekarîya Hûndirîn (Asayîş) sê bazirganên madeyên hişbir ku 12 hezar libên kaptagonê bi wan re bûn, li gundewarê Qamişloyê desteser kirin.

Duh şemîyê, asayîşê di malpera xwe ya fermî de ragihand: “Piştî şopandinê û lêkolînên befireh, me piştrast kir ku ev her sê kesên han bazirganîya madeyên hişbir dikin. Loma, roja 23yê tebaxê, me li kêleka gundê Girê Fatê, ji wan re kemînek danî û ew her sê kes girtin.”

Hêzên asayîşê ku bi her sê tawanbaran re 12 hezar libên kaptagonê jî digirin, piştî bidawîbûna lêpirsînê, wan diguhêzin dozgerîya giştî.

You might also like