Karwanekî alîkarîyên leşkerî derbasî Rojavayê Kurdistanê dibe

Karwanekî alîkarîyên leşkerî derbasî Rojavayê Kurdistanê dibe
Target – Qamişlo
Îroj pêncşemê, Hevpeymana Navdewletî ya li dij DAIŞê karwanekî alîkarîyên leşkerî û lojîstîk derbasî Rojavayê Kurdistanê kir.
Li gor Rewangeha Sûrîyayî ya Mafên Mirovan, karwanê ku di Dergehê El-Welîdê re derbasî herêmê bû, ber bi bajarê Hesekê ve çû.
Duh çarşemê jî karwanekî Hevpemana Navdewletî di dergehê El-Welîdê re derbasî Rojavayê Kurdistanê bû û barê xwe li devera Şedadê, li baregeha leşkerî ya Hevpeymanê vala kir.

You might also like