Hengaw: Li Rojhilatê Kurdistanê /15/ kes şehîd bûne

Hengaw: Li Rojhilatê Kurdistanê /15/ kes şehîd bûne

Target – Qamişlo
Rêxistina Hengawê ya Mafên Mirovan îroj pêncşemê, 22yê îlonê, ragihand ku heta niha, di encama xwepêşandanên li dij Komara Îslamî ya Îranê de /15/ kes li Rojhilatê Kurdistanê şehîd bûne û /733/ kes birîndar bûne.
Hengawê eşkere kir ku duh çarşemê, herî kêm /8/ welatîyên kurd bi guleyên hêzên çekdar ên Îranê şehîd bûne, zêdeyî /281/ welatîyî birîndar bûne û bi dehan kes hatine girtin.
Li gor rapora rêxistina hiqûqî, hêzên ewlekarîya Îranê ro bi ro asta tundûtûjîyê li hember nerazîbûnên gel bilind dikin.
Rêxistinê got ku şeva borî, li Urmîyeyê /3/ şehîd û /33/ birîndar, li Şinoyê /3/ şehîd û /43/ birîndar, li Îlamê şehîdek û /27/ birîndar, li Şaabadê şehîdek û /40/ birîndar, li Pîranşarê /23/ birîndar, li Bokanê /17/ birîndar, li Kirmanşanê /11/ birîndar, li Qurweyê /15/ birîndar, li Sineyê /39/ birîndar, li Eywanê /11/ birîndar, li Awdananê /6/ birîndar û li Serdeştê /16/ birîndar ketine.
Der heqê amara giştî ya pênc rojên borî de, rapora Hengawê hejmara giştî ya şehîd û birîndarên kurd belav kir û navên şehîdan tevî bajar û bajarokên wan bellî kir.
Hengawê eşkere kir ku şehîdên xwepêşandnan li Dîwandere, Seqiz, Dêwlan, Urmîye, Pîranşar, Kirmanşan, Şino, Îlam, û Şaabadê ketine.
Hêjayî gotinê ye ku polîsên Îranê 13ê îlonê, Jîna Emînî ku keçeka bajarê Seqizê yê Rojhilatê Kurdistanê ye, bi behaneya ku cil û bergên wê ne li gor qanûnên îslamî yên Îranê ne, li Tehranê girtibû û ew bi lêdanê kuştibû.
Kuştina Jîna Emînî bûye sedema nerazîbûn û xwepêşandanên berfireh li dij rêjîma Îranê.

You might also like