Kampa Holê: Asayîş qonaxa duyem a Pêngava Mirovahî û Ewlehîyê bi dawî dike

Kampa Holê: Asayîş qonaxa duyem a Pêngava Mirovahî û Ewlehîyê bi dawî dike
Target – Qamişlo
Hêzên Ewlekarîya Hundirîn (Asayîş) îro şemîyê, 17ê îlonê, bi daxuyanîyekê ragihand ku wan qonaxa duyem a Pêngava Mirovahî û Ewlehîyê bi dawî kir.
Li gor daxuyanîyê, di encama vê qonaxê de /226/ terorîstên ku di nav wan de /36/ jinên daişî hene hatin girtin.
Hêzên Ewlekarîya Hundirîn dîyar kir ku wan kesan tawanên kuştin û terorê li Kampa Holê pêk anîne.
Daxuyanîyê eşkere kir wekî Asayîşê /25/ xendek û tunel kifş kirin û /3/ tiving, çekeka RPGyê tevî guleyên wê, du debançe, /25/ narincok, /25/ kîlo teqemenîya TNTyê, /11/ parçeyên bêdengkirinê yên debançeyan, /388/ guleyên tivingan, /10/ carcûr, /9/ rext û gelek telefonên destean û alavên pêwendîdanînê desteser kirin.
Sebaretî destekdayîna Tirkîyayê bo komikên veşartî yên DAIŞê, Asayîşê hin cilên leşkerî yên Artêşa Tirkîyayê desteser kirin.
Hêzên Ewlekarîya Hundirîn her wiha eşkere kir ku hin karmendên rêxistinên sivîl û bihawarçûnê, nemaze Rêxistina Biharê ya ku li deverên Sûrîyayê yên li jêr dagîrkerîya Tirkîyayê dixebite, çek gihandine endamên komikên veşartî yên DAIŞê li Kampa Holê û jin û endamên daişî ji kampê revandine.
Asayîşê got ku operasyonên wê yên ewlekarîyê dê li gor pêwîstîyê dewam bikin.
You might also like