Kurilla bo civaka navdewletî: Welatîyên xwe yên li Kampa Holê wergirin

Kurilla bo civaka navdewletî: Welatîyên xwe yên li Kampa Holê wergirin

 

Target – Qamişlo

General Michael Erik Kurilla, duh duşemê, got ku gerek bi hezaran malbatên DAIŞê yên li Kampa Holê bi lez û bez ji kampê bên derandin û tev li civakên xwe bibin.

Kurillayê ku serwerê Rêberîya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) e, li Emana paytexta Urdinê, di kongreyeka rojnamevanî de got ku divê em bi çavê dilovanîyê li vê mijarê binêrin.

Rêberê hêzên Amerîkayê dîyar kir ku tu çareserîyeka leşkerî bo vê pirsê nîne û wiha pê de çû: “Çareserî ew e ku ev kes ji Kampa Holê bên derandin, ji nû ve bên perwerdekirin û tev li civakên xwe bibin”.

Li Kampa Holê ya li rojhilatê bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê, /54/ hezar kes dimînin ku nêzî nîvê wan welatîyên Iraqê ne.

Di nava çend mehên borî de, Hikûmeta Iraqê hin welatîyên xwe ji kampê wergirtin, lê dîsa jî hejmareka herî mezin a şênîyên kampê iraqî ne.

General Michael Kurilla ku berî çend rojan serî li Kampa Holê dabû û li gel General Mezlûm Ebdî û çend berpirsên HSDyê civîyabû, bal kişand ser prosesa vegrandina welatîyên Iraqê yên li kampê û eşkere kir ku ev proses pir hêdî dimeşe û divê bê xurtkirin.

Kurilla got ku mehane /125/ heta /150/ malbatî ji Kampa Holê derdikevin û dîyar kir ku heger ev proses wiha dewam bike dê çar salan bidome.

General Kurilla ji civaka navdewletî daxwaz kir ku erkên xwe bi cih bînin û welatîyên xwe yên li Kampa Holê vegerînin.

Li hêla din, Neteweyên Yekbûyî û gelek rêxistinên mafnasîyê jî ji dewletên cîhanê daxwaz dikin wekî welatîyên xwe ji Kampa Holê wergirin.

 

Rêberê CENTCOMê eşkere kir ku di encama pêngava Hêzên Sûrîyaya Demokratîk de ya li Kampa Holê, gelek çek û teqemenîyên veşartî hatin dîtin.

Kurilla her wiha bi bîr xist ku du şervanên HSDyê di vê pêngavê de canê xwe ji dest daye.

 

Jêder: Reuters

You might also like