Birêveberîya Xwesesr bo Kampa Holê hişyarîya bilindbûna pêla tundîyê dide

Kamp Holê ya ku bi dehhezarên malbatên birêxistina DAIŞê ya terorîst, penbarên sûrîyayî û koçberên iraqî dihewîne, bo civaka anavdewletî cihê metrsîyê ye, ku metirsî heye bibe hêlîna birêxistina terorîst, hevdemî kuştin û reşkujîyan, her wiha belavbûna hizira tund di nav zarokên kampê de.

 

Hevseroka Kampa Holê Cîhan Henan bi daxuyanîyekê ji rojnameya “El-Itîhad”ê ya imaratî re got: Kampa Holê bûye hêlîna tawanan, bi sedan kuştin lê çêbûne û pêla tundîyê lê bilind bûye, ku hewldanên kuştinê derheqê zarok û jinn de hatine dîtin, her wiha hewldanên revandina derveyî kampê. Ev hemû tevî ku çend sal di ser re derbas bûne ku ev malbat li kampê ne û hewldanên jinûvetevlîkirina wan bo nav civakê.

 

Jîngeheka têrtundî

Henan lê zêde kir û got ku kamp bûye devera her tiştên derveyî qanûnê û tekez kir ku li kampê zarok jî tund bûne û çi kesê ku di gel wan re derbas bibe keviran li wan dibarînin. Her wiha hewldanên kuştin û reşkujîyê jî bilind bûne, ku ew jî bo fidyeyê ye, li tenişta belavbûna dizîyê ji hêla şaneyên birêxistinê. Di heman demê amaje bi wê yekê kir ku birêveberîya kampê hewl dide zarokan ji tundîyê dûr bixin û guh bidin dayîkên ku bi zarokên xwe ve egirêdayî ne. Her wiha bang kir ku serdan bo navendên perwerdeyê yên zarokan çêbibin û bang li dewletan kir ku welatîyên xwe yê li kampê vegerînin.

Henan li ser wê yekê rijd bû ku pêwîst e navendên perwerdeyê û yarîgehên zarokan bo perwerde û lîstinê bo zarokan bên peydakirin û li gor axaftina wê, birêveberîya kampê guhdaneka taybet dide dayîkên li dij hişmendîya tund in.

 

Rights Watch hişyarîyê dide

Di destpêka vê salê de birêxistina “Human rights Watch”ê di raporekê de da zanîn ku pêwîst e her dewletek welatîyên xwe yê daişî ji kampên bakurrojhilatê vegerîne. Hevseroka beşê kirîz û kêferatan di birêxistinê de, Letta Tayler got ku ji ber êrîşên Tirkîyayê yên ku tenişta kampê pêk hatin û metirsîyên ku DAIŞ kesya xwe li vê yekê bîne, pêwîst e hikûmet welatyên xwe vegerînin û rê li ber wan veke ku vegerin welatê xwe û kesên mezin bên darizandin. Her wiha hin pisporên girêdayî Neteweyên Yekbûyî bi daxuyanîyeka hevbeş ban kirin ku pêwîst e dewlet welatîyên xwe yên jin û zarokên endamên DAIŞ bilez vegerînin û pêwîst e bernameyeka jinûvetevlîbûna civakê bo wan bê amadekirin piştî vegerandina wan.

 

Kamp tundîyê belav dikin

Lêkolînerê tevgerên îslamîst, Hesen Ebû Henîye bi daxuyanîyekê ji Target Platformê re got: “Rewş li Kampa Holê û kampên din ên ku malbatên DAIŞê dihewînin pir tirsnak in, ev yek ji hêla birêxistinên mafî yên navdewletî ve hatiye bibelgekirin, her wiha raporên navneteweyî û amerîkayî, ku li derdora /50.000/ di wan de dijîn û piranîya wan jin û zarok in. Nevegerandin dewleta ji welatîyên xwe re, nebûna asoyên siberojê, rewşa trajîk ku Human Rights Watch, Birêxistina Lêborînê ya Navdewletî û UNICEFê ew bibelge kirine, dê zemîneka rewa bo belavbûna tundîyê peyda bike, ji ber ku ji hêla dîrokî ve nasyar e ku zindan û kamp zemînên tundîyê ne.”

Ebû Henîye lê zêde dike: “Tu asoyên çareyê tunene û rewşa trajîk belav dibe, tu bernameyên jinûvetevlîkirinê li kampê tunene, ev tev de bi rastî jî amajeyê bi wê yekê dikin ku kamp bûne zemîn û jîngeheka rewa bo hizir û îdyolojîya DAIŞê, wekî artêşeka yedek a DAIŞê li wan tê nêrîn, ku DAIŞ berdewam têkilya wê bi kesên di hundirên kampê de heye. Nebûna asoyên çareyê bo krîza kampan metirsîyeka mezin e.”

Di tebaxa borî de peymangeha Washingtonê li Amerîkayê hişyarî da ku dê rewş li Kampa Holê biteqe û bal kişand ser wê yekê ku piştî hêza komikên veşartî û alîgirên wê kêm bû, êdî birêxistin kampa ku bi hezaran endamên wê dihundirîne û malbatên wan dihewîne, wekî bingeh bo vegera tevgera û berdewamîya xwe dibîne.

Birêveberîya  Xweser bi dû hev de bang li dewletan dike ku welatîyên xwe ji kapman derxin û wan vegerînin welatên wan, ku kampê wekî bombeyekê bi nav dike  û çaxa ku biteqe dê metirsîya wê ne li ser deverê tenê be, lê belê li ser tevahîya cîhanê be. Her wiha bangê li Neteweyên Yekbûyî dike ku fişarê li can dewletan bike da ku welatîyên xwe vegerînin  û dosyaya Kampa Holê bi awayekî temam bê girtin û rê nedin DAIŞê ku keysa xwe lê bîne û wê bike zemîna hizir û îdyolojîya xwe.

 

 

 

You might also like