Encumana Yekîtîya Ewropayê 6 kes û 5 hebûn xistin lîsteya cezayên Yekîtîya Ewropayê, ku ew lîsteya nû şêwirmendekî aborî yên serokê hikûmeta Şamê Beşar El-Esed û 3 kesên payebilind yên ku piştgirîyê didin Beşar El-Esed û ji hikûmeta wî sûdê werdigirin, her wiha du kesên girêdayî malbata El-Esed, dihewîne.
Li gor daxuyanîya encumanê, ku Target Platform lê vegerîya, dê 5 kompanîyên ku piştgirîya hikûmeta El-Esed dikin û jê sûdê werdigirin têkevin ber cezayan, ew kî: koma DJ, Ecnîhet El-Şam, Weklaleta Free Bird a veguhastinê, Kompanîya Îloma ya veberhênanên taybet, kompanîya El-Eqlîye. Ji ber ku hin ji van hebûnan destwerden di veguhastina nandozên sûrîyayî, bazirganîya çekan, bazirganîya madeyên hişbir û şûştina pereyan kiriye, ew jî di çarçoveya piştgirîya hikûmeta Şamê de bûn.
Alîyê cezayan û girîngîya Sûrîyayê
Kesên ku dikevin lîsteyê de pereyên wan tên cemidandin û qedexe ye ku pere yan jî alavên aborî bi awayekî yekser an jî neyekser bo wan bê pêşkêşkirin, her wiha qedexe ye ku ew kes derbasî Yekîtîya Ewropayê bibin.
Li gor Encumana Yekîtîya Ewropayê, Sûrîya bo wê hê pêşmijar e, encuman hê jî nîgeran e li bara rewşa vî welatî, ku bêhtirî deh salan di ser re derbas bûye û şer bi dawî nebûye.
Encumanê tekez kir ku ew dibîne ku hê jî hikûmeta Şamê heman siyasetên çewisandinê berdewam dike, ji ber wê pêwîst e bergirîyên girêdana wê pêk werin û çavdêr bin ku ew girêdan bi kêr bên. Her wiha tekez kir ku rêya tekane ya pêkanîna aşitîya berdewam li Sûrîyayê çareya siyasî ye ya li gor biryara encumana neteweyan ya hejmar 2254.
Cezayên bêkêr di rûyê rêjîmeka xwînxwer de
Di vê çarçoveyê de seredîtorê kovara Kul El-Ereb ya ku li Parîsê derdikeve, Elî El-Meribî, ji Target Platformê re dibêje ku ev cezayên ku li ser hikûmeta Beşar El-Esed hatine ferzkirin, tiştekî normal in û kêmî tiştên ku me pêşbîn dikir û hindiktir e ji tiştê ku tê xwestin, ji ber rêjîma El-Esed ji despêka şoreşê de di sala 2011an de siyaseteka çewisandinê ya bêhempa dimeşîne.
El-Meribî lê zêde kir û got ku ev ceza şeklî ne, ji ber ku cezayên ku li ser rêjîmeka xweînxwe a ku li dij gelê xwe tund e divê ku mezintir bin û bêhtir bipêşketî bin. Her wiha tekez kir ku Beşar El-Esed di hukimê xwe de berdewam kir –li tenişta piştgirîya Rûsya û Îranê- bi serba sarbûna civaka navdewletî, ku ev sarbûn bi seba wê meseleya Filistîna dagîrkirî ye.
Her wiha zelal kir ku heta ku ev rêjîma li Şamê seqemgîrîyê li ser sînorê Îsraîlê peyda dike, wekî ku tê nasî ji Şerê Otoberê ve di sala 1973yan rêjîma sûrîyayî guleyek bo rizgarkirina Colana dagîrkirî neteqandiye, ew bêdeng ma, wekî ku xuya dike rewş bi dilê wê be. Her wiha gelek jêder hene dibêjin ku Hafiz El-Esed gelek qerebû dan da ku li ser kursîyê bimîne û hat gotin ku lihevkirinek çêbû ku ew ji Colanê vekişe li beramber ku ew dê bibe Serokê Sûrîyayê. (çaxa ku wezîrê parastinê bû).
El-Mirebî dibêje ku cezayên ku civaka navdewletî her demekê ferz dikin, tu tadeyê li rêjîmê nake, ew tenê bo ku bê gotin ku va ye civaka navdewletî cezayan li dij rêjîma Beşar El-Esed ferz dike.
Gelek raporên ewropayî û bi taybet yên mafên mirovan hene destwerdana hikûmeta Şamê di kiryarên tundî û îşkencekirinê de bo sedemên siyasî bi belge dikin, ji bilî ku binpêkirinên mezin pêk anîye ku wekî tawanên şer tên dîtin.
Darizandin çarenûsa wî ya normal e
Ji hêla xwe ve çalakvan û analîzkarê siyasî, Kemîl El-Bûşoke bi daxuyanîyekê bo Target Platformê dibêje ku Beşar El-Esed hemû awayên tawanên şer derheqê gelê Sûrîyayê pêk anî, ji kuştin, rûxandin û talankirinê, çi tiştê ku ji destê wî hat bo ku li ser kursîyê bimîne, di rûyê kesên tenê xwesteka wan azadî û jîyaneka birûmet bû de, kir.
El-Bûşoke lê zêde dike û dibêje ku El-Esed hêzên wî yên xweîmij û milîsên wî têra wî nekirin, her wiha alîkarî ji rêjîma îranî ya ku şirîkê hemû tawanên şer e yên ku pêk hatin xwest, her wiha alîkarî ji Rûsyayê xwest piştî ku hat ber ku ikeve. El-Bûşoke tekez kir ku cihê normal ê El-Esed û hemû kesên li derora wî Dadgeha Cînaî ya Navdewletî ye.