Îro di xwepêşandanên li bajarê Siywedayê yê başûrê Sûrîyayê, navê Hevrîn Xelef hat hildan.

Di dirûşmeya xwe de dibêjin “Xwîna Hevrîn Xelef li vir şîn dibe”

Hêjayî gotinê ye ku Sekretêra Partîya Sûrîyaya Siberojê Hevrîn Xelef sala 2019an ji hêla komika “Ehrar El-Şerqîyê” ya girêdayî Tirkîyaya dagîrker ve şehîd bûye.

You might also like