Li bajarê Siweydayê yê başûrê Sûrîyayê, ev /7/ roj in xwepêşandan li dij Hikûmeta Şamê tên lidarxistin.

Îroj şemîyê ev dirûşme hat hildan û piştgirîya Efrîna li jêr dagîrkerîya Tirkîyayê hat kirin.

Xelkê Siweydayê dibêjin ku “Her zeytûnek dê efrînîyekî bîne, zeytûn tu carî bi dawî nabin. Berxwedan jîyan e”

Ev wêne pir li ser medyaya civakî hat belavkirin û wekî rikberîya li hemberî Tirkîyaya dagîrker û opozsyona sûrîyayî hat şîrovekirin.

You might also like