Target – Qamişlo
Hêzên Ewlekarîyê yên Iraqê ragihand ku bi rêya hevahengîya domdar, Fermandarîya Hevbeş a Iraqê, /50/ daişî ji Hêzên Sûrîyaya Demokratîk (HSD) wergirtin û bi rêya dergehê “El-Rebîa”yê ew derbasî axa Iraqê kirin.
Li gor wan, ew daişî radestî Wezareta Karûbarên Hundirîn a Iraqê hatin kirin, qene rêkarên pêwîst derheqê wan de bigirin.
Lê belê heta niha, HSDyê li bara mijarê tu daxuyanîyeka fermî nedaye.
Li gor agahîyan, ev pêngavên han, di encama pêwendîya di navbera Gerînendeya Têklîyên Derve ya Birêveberîya Xweser û Wezareta Karûbarên Derve ya Iraqê pêk tên.
You might also like