HSD /8/ terorîstên DAIŞê li Bakur û Rojhilatê Sûrîyayê desteser dike



Target – Qamişlo

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûrîyaya Demokratîk îroj yekşemê ragihand ku hêzên wan di /4/ operasyonan de /8/ endamên komikên veşartî yên DAIŞê ku yek ji wan jin e, desteser kirine.

Li gor HSDyê, Yekîneyên Taybet û Hêzên Komandosê, di rojên borî de, ev operasyon li gundewarên Tilhemîs, Dêra Zorê, Minbic û Hesekê, bi piştgirîya Hevpeymana Navdewetî li dar xistine.

HSDyê eşkere kir ku li gundê “Tiwêmîn”ê yê girêdayî navçeya Şedadê ya Hesekê, komikeka veşartî xwe ji bo êrîşekê amade dikir, lê belê di encama operasyonê de /2/ terorîst hatin girtin û plana wan hat pûçkirin.

Her wiha di encama herçar operasyonan de, qaseyeka mezin a belge, çek û planên DAIŞê ketin destê yekîneyên HSDyê.

You might also like