Navê kolaneka Vîyanayê dibe Jîna Emînî



Target – Qamişlo

Şaredarîya paytexta Awisturyayê ragihand ku navê keça kurd Jîna Emînî li kolaneka xwe dikin.

Şêwirdara serokê Şaredarîya Vîyanayê Marina Hankeyê got ku bo piştgirîya xwepêşandanên li Îranê û xelatkirina Jîna Emînî, wan ev birîyar daye.

Hêjayî gotinê ye ku îlona 2022yan, keça kurd Jîna Emînî bi destê polîsên Îranê hat kuştin û ji hingî ve xwepêşandan li jêr navê “Jin, Jîyan, Azadî” li wî welatî ranwestîyane.

You might also like