Wêneçîrok
“Hesingerê 60 salî”
Hîna Klodîyos Hena yê /60/ salî li dikana xwe ya li bazara Ezrayê ya li bajarê Qamişloyê çaksazîya papor, fanos û makîneya reşandina dermanên çandinîyê dike.
Klodîyos dibêje ku “hejmara kesên ku çaksazîya papor û fanosan dikin, hêdî hêdî li Qamişloyê kêm dibe û kesek ji wan di bazara Ezaryê de namaye.”
Li gorî wî, “hejmara kesên di pîşeya “Hesingerîyê” de dixebitin, hejmara tilîyên destekî jî derbas nake.”
Kevintirîn hesingerê li herêmê, ji Paltforma Targêtê re qala karê xwe yê ji berî /30/ salî ve dike û bi rengekî dubare piştrast dike ku “Ez amade me xizmetê ji xelkê re pêşkêş bikim û her tiştên dixwazin çak bikim.”