Balafirên Tirkîyayê careka din zemîna Bakur û Rojhilatê Sûrîyayê bombebaran dike

Berbanga sibeha şemîyê di 13ê kanûna paşîn a 2024an de, balfairên şer û dronên Tirkîyayê careka din deverên jîyangîr û zemîna bingehîn li Bakur û Rojhilatê Sûrîyayê bombebaran dike. Balafirên Tirkîyayê bi 5 derbeyan zevîyên petrolê li gudewarên Tirbespîyê û Dêrikê armanc kirin, ku di encama wê de zirarên madî yên mezin çêbûn.

Balafireka şer a Tirkîyayê her du stasyonên “Ziraba” û “El-Odayê”yê petrolê bi 4 derbeyan bombebaran kir û droneka Tirkîyayê derdora bendava Başûtê kir armanc li rojhilatê bajarê Dêrikê.

Birêveberîya Xweser şermezar dike

Hevdemî êrîşê, Birêveberîya Xweser a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûrîyayê, daxuyanîyek bo raya giştî da, tê berdewamkirina êrîşên Tirkîyayê yên li dij zemîn û deverên jîyangîr li deverê, şermezar kir. Her wiha anî ziman ku ev êrîş seqemgîrîya deverê dike armanc û metirsîyê li ser keda li dij terorê çêdike.

Birêveberîya Xweser di daxuyanîya xwe de got ku pêwîst e ev êrîşên plankirî yên li dij deverê werin rawestandin, ji ber ku encamên wê yên neyînî hene û bo vegera terorê wekî xizmeteka bêpere tê dîtin. Her wiha hewl dide pevçûnên etnîkî û nijadî pêk bîne ku heta niha Tirkîya di vê yekê de bi ser neketiye. Her wiha rêjîma Tirkîyayê hewl dide raya giştî ya tirkî bijûl bike û berê wê bide metirsîyên derewîn da ku têkşûna rêjîma xwe ya hundirîn û nekarîna wê ji çarekirina pirsgirêkan, binixumîne.

Daxuyanî li ser wê yekê rijd bp ku divê metirsîyên êrîşên Tirkîyayê yên bêyî bihane bên belîkirin, ji ber ku rewşa mirovî li deverê dixe metirsîyê û hewldanên birêxistina civakî yên di çarçoveya çareya demokrat li deverên Bakur û Rojhilatê Sûrîyayê dixe metirsîyê. Birêveberîyê bang li birêxistinên mafnasî û mirovî û navneteweyî kir ku tev bigerib û bi erka xwe li hember van êrîşan rabin.

Balafirên şer û dronên Tirkîyayê di 25ê kanûna pêşîn a borî de gelek deverên jîyangîr, zemîn û deverên sivîl li bajarê Qamişloyê yê li bakurrojhilatê Sûrîyayê bombebaran kir, di nav de çapxaneya Sîmavê, aş, stasyona trênê, kargeheke avahîsazîyê, kargeheka sîramîkan, navenda şûştina gurçikan, kargeha osejîna enduristî û derdora girtîgeha Elayayê ya ku girtîyên DAIŞê tê de ne, di encama wê de /10/ sivîlan jîyana xwe ji dest da û derdora /20/ kesan jî birîndar bûn.

Her wiha balafirên Tirkîyayê navenda “Miştenûrê” ya tenduristîyê li bajarê Kobanîyê bombebaran kir ku di encama wê de du sivîl birîndar bûn. Ew jî piştî bi du rojan ji armanckirina herdu stasyonên El-Oda û Seîdayê yên petrolê li gundewarê Tirbespîyê û stasyoneka kehrebeyê li gundewarê Dêrikê ku di encama wê de kehrebe ji ser bi seda gudên Dêrikê, Çilaxa û Tirbespîyê hat birrîn, ji ber ku stasyona Swêdîyê ya kehrebayê dide başekî mezin ji deverê, li ser gaza ku ji stasyona Odayê diha, dixebitî.

You might also like