Piştî ragihandina istixbaratên Tirkîyayê.. pispor: Têkilîya di navbera Enqera û DAIŞê de li ser bingehê pevguhartina rolan e

Pisporên siyasî û pisporên karûbarên tevgerên îslamî tekez dikin ku têkilîya di navbera Tirkîya û DAIŞê de xurt e û amaje bi wê yekê kirin ku istixbaratên Tirkîyayê ket şaştîyekê ku vê têkilîyê tekez dike, ew jî çaxa ku perpirsyartîya armanckirina sivîlekî ji Tebqaya bakur û rojhilatê Sûrîyayê, girt ser xwe. Berî niha jî DAIŞê berpirsyartîya armanckirina wî girtibû ser xwe.

Birêxistina DAIŞê di tebaxa borî de ragihandibû ku wê kesê bi navê Umer Mihemed Ebdulah El-Deham li bajarê Tebqayê kuştiye. Paşê û berî çend rojan istixbaratên Tirkîyayê armanckirina wî ragihand û got ku ew endamekî Hêzên Sûrîyaya Demokratîk bû û operasyon li dij Tirkîyayê pêk dianîn.

Têkilîyeka xurt

Di vê çarçoveyê de, pisporê karûbarê tevgerên îslamî, Mahir Ferxelî bi rêya telefonê ji Target Platformê re dibêje ku tê zanîn ku têkilî di navbera Tirkîya û birêxistina DAIŞê ya terorîst de xurt e, di bingehê xwe de istixbaratên Tirkîyayê rê da endamên DAIŞê da ku derbasî Sûrîyayê bibin, ji ber wê Tirkîya bo terorîstan bûbû xaleka derbasbûnê ya sereke û tevhîya veguhastinên wan di rêya Tirkîyayê re bû.

Ferxelî lê zêde dike û dibêje ku Tirkîya DAIŞ derbas derbas dikir da ku dest deyne ser deverên bakurê Sûrîyayê, ji ber ku ew naxwaze kurd li wê deverê hebin, her wiha naxwaze rêjîma Sûrîyayê jî li wê deverê hebe, li gor Enqerayê hebûna DAIŞê li deverê jê re baştir e. Ji ber wê êrîşên Tirkîyayê yên li ser deverên bakur û rojhilatê Sûrîyayê dê bên dubarekirin û dê bandoreka wê li ser terorê hebe.

Pisporê karûbarê tevgerên îslamî zelal kir ku ev êrîş bandorên wê yên yekser hene dema ku navend û xalên ewlekarîyê armanc dike û bi seba wê dê endamên birêxistina DAIŞê yên girtî karibin birevin. Bandora wan a neyekser jî heye ji ber ku ev êrîş nearamîyekê peyda dikin rê didin “DAIŞ”ê ku çalakîyên wê xurttir bibin.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûrîyaya Demokratîk bi rêya daxuyanîyekê tekez kir ku hemwelatîyê ku Tirkîya idîa dike ku wê ew armanc kiriye bi seba têkilîyên wî bi HSDyê re, tu têkilîya wan bi wî re tuneye û tu carî beşdarî tevgerên wê yên leşkerî nebûye û da zanîn ku ev ragihandin a ji hêla istixbaratên Tirkîyayê ve tekez dike ku têkilîyeka zelal di navbera istixbaratên Tirkîyaya dagîrker û “DAIŞ”ê de heye da ku ewlehî û seqmgîrîya deverê têk bibin û rêlîn xwe di armanckirina sivîlan de pev biguherin.

Tirkîya birêxistina DAIŞê erkdar dike

Ji hêla xwe ve, analîzkarê siyasî yê iraqî bi rêya telefonê ji Target Platformê re dibêje ku têkilîya di navbera Tirkîya û DAIŞê de di çarçoveya erkdarkirinê de ye ku rêjîma Tirkîyayê ya niha dike da ku bi rêya wê gelek berjewendî û armancên siyasî pêk bîne, wekî şawa ku banûstandinê bi tevgerên îslama siyasî re dike.

Her wiha zelal kir ku rêjîma Tirkîyayê roleke sereke di peydakirina tevlihevîyê li deverê de lîst, her wiha DAIŞ û tevgerên terorîst ên din alaveka sereke bûn di peydakirina tevlihevîyê de û wan rê da Tirkîyayê da ku derbasî Sûrîyayê bibe û gelek deveran dagîr bike. Gelek caran belge li bara piştgirîya ku Enqera dide birêxistinên terorîst li Sûrîyayê htine belavkirin.

Analîzkarê siyasî yê iraqî bal kişand ser wê yekê ku rêjîma Tirkîyayê petrola ku hatiye dizîn bi nirxekî erzan ji tevgerên terost dikirî li hember ku çekan pêşkêşî terorîstan bike, ku bi rêya otombîlên istixbaratên Tirkîyayê dihatin veguhastin. Rûsyayê jî berî niha  vîdyoyek belav kir ku tê de hevkarîya di navbera “DAIŞ” û rêjîma Tirkîyayê de kifş dike, her wiha hin lêpisînên rojnamegerî yên tirkî hatin belavkirin û kesên ku ew nivîsandibûn, hatin girtin.

Her wiha El-Ibêdî amaje bi belgeyên li bara tevgerên istixbaratên Tirkîyayê  ku sala 2020î kifş bûn, kir. Wan belgeyan da zanîn ku gelek cibilxane û embarên çekan li Tirkîyayê hatin teqandin armanca wê ew bû ku belgeyan li şopa xwe nehêlin li bara çekên ku bo DAIŞê hatibûn pêşkêşkirin. Hin ji wan embaran li deverên nêzî sînorê Sûrîyayê bûn û ên din li Qubrisra Bakurî bûn.

Analîzkarê siyasî yê iraqî dibêne ku istixbaratên Tirkîyayê şaştîyeka istixbaratî ya mezin kir çaxa ku armanckirina wî hemwelatîyî gir ser xwe, zelal ku tevlihevîyek li gel wê heye, ji ber ku ragihandina wê ji vê yekê re gelgeyeka nû pêşkêş dike ku têkilî di navbera wê û DAIŞê de heye û DAIŞ tenê alaveka rêjîma Tirkîyayê ye li ser axa Sûrîyayê wê bi kar tîne, ew jî mîna milîsên din ên girêdaî wê ne.

You might also like