Bêdengîyeka navdewletî li bara êrîşên Tirkîyayê li Sûrîyayê.. gelo lîstikeka berjewendîyan e?

Tirkîya bi êrîşên xwe yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûrîyayê zemînê û sivîlan dike armanc, tevî van êrîşên ku wekî tawanên şer tên dîtin, li hember wê bêdengîyeka navdewletî heye, ku rê li ber Tirkîyayê vedike da ku êrîşên xwe pirtir û dijwartir bike.

Pispor û şopînerên rewşa Sûrîyayê dibêjin ku meseleya bêdengîya navdewletî du sedemên wê yên sereke hene, ya yekê şerê Xezayê û şerê Ukraynayê, ya duyan jî berjewendîyên dewletan bi Erdogan re, hin ji wan dewletan jî  ji wan Amerîka, bi hilbijartinên serokatîyê yên bê mijûl e.

Hesabên dewletan û pêwîstîya bi kedeka kurdî

Di vê çarçoveyê de akadîmîsyan û analîzkarê iraqî Dr. Teysîr Ebdulcebar El-Alûsî bi daxuyanîyekê ji Target Platformê re dibêje ku helwestên navdewletî yên li bara êrîşên Tirkîyayê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûrîyayê nayînî ne, hin ji wan dewletan bi doz û tevlihevîyên hundirîn mijûl in, mîna Amerêkayê ku niha bi hilbijartinên ku dê di dawîya vê salê de li dar bikevin, mijûl e.

Lê zêde dike û dibêje ku ev bêdengîya navdewletî vedigere wê yekê ku civaka navdewletî bi dozên din mijûl e. Yekîtîya Ewropayê bi şerî Ukraynayê û çawanîya alîkarîya wê mijûl e.

El-Alûsî tekea kir ku tiştê ku dihêle li bara doza kurdî sarbûn û neyînî çîbibe, rewşa deverê û tevlihevîya kêferatê lê ye, ku dewlet tenê çareyên tektîkî yên lezgîn dikin û bêstratejî ne. Her wiha tekez kir ku di dawîyê de dê têkoşîna kurdî bi ser bikeve.

Akadîmîsyanê iraqî anî ziman ku pêwîst e gavek ji hêla alîyên kurdî yên bibandor bê kirin da ku têkilîyê bi civaka navdewletî û dewletêb bibandor re bikin û doza kurdî bikin rojev da balê bikşîne, her wiha tiştê ku derheqê gelê kurd de tê kirin bê zelalkirin.

Keysbazkirina mijûlbûna bi şerê Xeza û Ukraynayê

Ji hêla xwe ve lêkolînerê li bara rewşên herêmî û navdewletî, Hanî El-Cemel bi rêya telefonê ji Target Platformê re dibêje ku rêjîma Tirkîyayê her dem xwe dispêre hizira keysbazkirina rewşa ku dever tê re derbas dibe hevdemî nelihevkirina di navbera dewletên cîhanê de û vekişandina van dewletan ber bi du xalên germ ên mezin veew jî şerê Rûsya û Ukraynayê ji hêlekê ve û şerê li Xezayê ji hêleka din ve.

Lê zêde dike û dibêje ku nelihevkirinên cîhanê tev de ketiye van herdu deveran,  ji ber wê birêveberîya Tirkîyayê li Sûrîya û Iraqê bi ser kurdan de diçe, lê em di êrîşên wê de dibînin ku Tirkîya êrîşê dibe ser armancên aborî, bi taybet piştî ragihandina Peymana Civakî li deverên Birêveberîya Xweser, ji ber ew dixwaze vê projeyê têk bibe.

Lêkolîner siyasî got ku tevî tîkilîyên baş yên di navbera Hêzên Sûrîyaya Demokratî HSD û birêveberîya Amerîkayê de, bi taybet di dosyaya dijîtîya terorê de, lê Washington bi awayekî mezin bi şerê Xezayê û sazkirina Rojhilata Navîn a nû mijûl e.

El-Cemel got ku rast e Amerîla piştgirîya HSDyê dike, lê di dema niha de û tevî êrîşên Tirkîyayê, ew bitirs e ku di rûyê Enqerayê de rawest e, ji ber ku bitirs e ku Enqera ber bi Îran û Rûsyayê ve biçe û bi vê yekê dê kordîneya bi Tirkîyayê ji dest bide, li devereka ku bi bêewlehîya xwe navdar e, di navbera Sûrîya û Îraqê de.

Dema niha û derfeta Erdogan

Ji hêla xwe ve Dr. Mihemed El-Yemnî, pisporê têkilîyên navdewletî dibêje ku serokê Tirkîyayê dosyaya şerê Xezayê bi kar tîne da ku hin armancan pêk bîne û got ku Erdogan dê ji Rojhilata Navîn venekişe û bi taybet ji Sûrîya û Lîbyayê, bi taybet deverên bakurê Sûrîyayê.

El-Yemnî bi daxuyanîyekê ji Target Platformê lê zêde dike û dibêje ku Erdogan tematîyên wî di samanên Sûrîyayê de hene û dibîne ku Amerîka bi awayekî mezin qezencê jê dibîne, xwesteka wî ew e  ku bibe şirîkê Washingotê di samanên Sûrîyayê de.

Êrîşên Tirkîyayê yên ku di encama wê de sivîl hatin kuştin û birîndakirin, kargehên xwardemenî, navendên tenduristî, stasyonên petrolê, navendên ewlehîyê, navendên bazirganî û hin avahîyên zemînê armanc kirin.

You might also like