Di bin navê piştgirîya Filistînê de.. Îran hûsîyan bi kar tîne û Amerîka tevdigere

Operasyonên li dij keştîyên ku di tengava Bab El-Mendebê re derbas dibibn û berê xwe didin Îsraîlê yên ji hêla komikên yemenî yên girêdayî Îranê ve berdwam dikin. Şopîner dibînin ku ew bi fermana Îranê tevgerê dikin ew jî di bin navê piştgirîya Filistînê.

Ji 7ê cotmehê ve hûsîyan bi sedan dron û moşek ber bi Erebistana Siûdî ve rê kirine û hewl dan êrîşê bibin ser veguhêzerê petolê yên Siûdîyê, her wiha Îsraîl bi dron û moşekan armanc kirin û hewl dan rûxînera amerîkayî û ya fransayî armanc bikin. Her wiha meha borî keştîyek revandin û 25 kes dîl girtine, li tenişta ku komikê hişyarî da ku çi keştîya ku di tengavê re derbas bibe û berê xwe bide Îsraîlê dê bibe armanca wan.

 Îran şerî Xezayê bo berjewendîyên xwe bi kar tîne

Di vê çarçoveyê de, Dr. Mihemed El-Yemnî, pisporê têkilîyên navdewletî dibêje ku Îranê şerê li dij Xezayê keysbaz kir û milîsên xwe yên li deverê xistin kar, bi taybet enîya herî bibandor, ew jî hûsîyên li Deryaya Sor, li hember wê jî Amerîka rewşê keysbaz dike da ku hin armancên xwe li devera Rojhilata Navîn pêk bîne, bi vî halî rewş vedigere lîstika “mişk û pisîkê” di navbera Tehran û Washingtonê de.

El-Yemnî bi rêya telefonê ji Target Platformê re lê zêde kir û got ku Îran tenê daxuyanîyan dide, lê ew bi dizî milîsên xwe tevdigerîne, çi Heşd El-Şeibî be, çi jî milîsên girêdayî wê li Sûrîyayê an jî Hizbulah li Libnanê. Her wiha twekez kir ku heger rewş aram nebe û Washington fişarê li Îsraîlê neke bo tundîyê rawestîne, dê rewş li deverê ber bi tundîyê ve biçe, bi taybet metirsîya ku li ser tevgera bazirganîya cîhanî heye.

Gelek bandor li bazirganîya cîhanî hatiye, heta asta ku ku rêya sereke ya bazirganîyê ya ku Ewropa û Amerîkaya bakurî bi Asyayê ve girêdide, ji kar ketiye, ku kompanîya petrolê ya herî mezin “B.B” hemû tevger û veguhastinên xwe yên di rêya Deryaya Sor re, rawestandine û kompanîyên veguhastinê yên mezin ên mîna kompanîya “Maersk” rêya keştîne xwe yên ku berê di Kanala Siwêsê re derbas dibûn, guhart û niha li derdora Reca El-Salih li hêla başûrî ya Afrîkayê digere.

 Bijardeyên Amerîkayê û nameya Îranê

Li hemberî wan êrîşan, di dema dawîyê de Amerîkayê operasonên pir netewe pêk anîn da ku Deryaya Sor biparêze, ew Brîtanya, Behrên, Kanada, Fransa, Îtalya, Holanda, Nerwîç û Îspanyayê dihewîne, li gor daxuyanîya wezîrê parastinê yê Amerîkayê Lloyd Austin erka, wê ew e ku dewrîyeyên hevbeş li başûrê Deryaya Sor û Kendava Edenê pêk bînin, her wiha bi awayekî eşkere û zelal Îran tawanbar kir.

Ji hêla xwe ve rojnamevan û analîzkarê siyaysî yê amerîkayî, Michael Morgan bi daxuyanîyekê ji Target Platformê re dibêje ku êrîşên hûsîyan metirsîyeka mezin li ser hêz û berjewendîyên Amerîka û Îsraîlê çêdikin, tevî ku Washingtonê ne dixwest ev yek pêk were, lê pêkan e ku ew jî bersiveka hişk li hember hûsîyan nede.

Morgan zelal dike ku halê hazir Amerîka naxwaze kêferatê li deverê mezin bike, ji ber wê em bidînin ku Amerîka fişarê li Îsraîlê dike da ku şer bi dawî bike û sînorekî ji kuştîyên sivîl ên filistînî re deyne.

Morgan dibîne ku Amerîka di cihekî heyirî de ye, ji ber ku xwesteka wê heye bersiva hûsîyan bide, lê ew nikare ji bo ku şer berfirah nebe. Her wiha hûsî bi van kiryaran radibin da ku şer berfireh bikin û Amerîka û dewletên rojavayî tev li şer bikin.

 Komika bikêrhatî ya Îranê

Mijara bersivdayîna hûsîyan bala gelek nivîskaran li Amerîkayê kişandiye, ji wan, nivîskar George Roman ê ku di gotarekê de di kovara “The Hill” de tekez kir divê niha bersiva hûsîyan bê dayîn, hûsîyên ku li gor nêrîna wî komika bikêrhatî ya Îranê ye, ku di sala 2014an de dest danîne ser paytexta Yemenê, Senaa û Pasdarên Îranê ew perwerde kirine û teknolojîya, moşekên pêşketî, mayînên deryayî û dron dane wan.

Roman bal kişand ser wê yekê ku Pasdarên Îranê agahîyên îstixbaratî dide hûsîyan li bara keştîyên ku tên armanckirin û anî ziman ku ev rewş nayê qebûlkirin û nabe rê li ber vê komika ku li dij rojavayê ye li gor kêfa xwe moşeka biavêje û tevgava Bab El-Mendebê wekî dîlekê bi kar bîne, ew tengava ku %10 ji bazirganîya îhanî tê re derbas dibe.

 Nivîskarê amerîkayî tekez kir ku divê zemîna deryayî ya hûsîyan ên mîna bender, hewzên avakirina keştîyan, embarên cebilxaneyê, bên aramnckirin. Her wiha pêwîst e agirbesta di navbera wan û Erebistana Siûdî û Mîrgehên Erebî yên Yekbûyî bê şkandin û desthilata wan li ser Yemenê bê bidawîkirin.

 Helwesta Îsraîlê

Bi êrîşên berdewam ên hûsîyan re, serekên Îsraîlê û di serî de serokê hikûmetê Benyamîn Netenyahû bi rêya telefonê ji Amerîka û Almanyayê tekez kirin ku heger welatên rojavayî bo rawestandina van êrîşan tevgerê nekin, Tilebîb dikare bi awayê leşkerî tevgerê bike da ku bersiva komika “Ensarûlah” bide. Ev reftarê Tilebîbê ye li hember êrîşên ku ji Sûrîya û Libnanê tên.

Li bara vê mijarê Dr. Eyman Seraqib, mamostayê zanistên siyasî di zanîngeha Qudsê de, bi daxuyanîyekê ji Target Platformê re dibêje ku li gor wê Îsraîl dê êrîşan li dij komika hûsîyan pêk neîne, heger bixwesta dê kiriba, bêyî ku li tu kesê vegere, wekî çawa ku berî niha bi dronan êrîşî Sûrîya Iraq û Yemenê kir.

You might also like