Siyastmedar û parêzerên ji Reqayê: Seqemgîrîya siyasî dergehê berhemanîna aborî ye

Siyasetmedar û parêzer ên ji bajarê Reqayê yê li bakurrojhilatê Sûrîyayê dibînin ku geşebûna aborî û başbûna asta jîyanê û vekirina derîyê berehemanînê bo devera wan girêdayî naskirina Birêveberîya Xweser e û pêwîst e dever ji cezayên ku li ser hikûmeta Şamê hatine ferzkirin bê cudakirin, her wiha girêdayî çareya siyasî ya giştî ye ku êşûazarên sûrîyayîyan bi dawî bike.

12 sal in ku Sûrîya sûbirûya krîzeka siyasî û şerekî tund e ku bandor li hemû alîyên jîyanî yên aborî, jîyanî, civakî, tenduristî û perwerdehî kiriye. Êdî aborîya welat bûye yek ji aborîyên werî têkçûyî li cîhanê, ku nirxê lîreya sûrîyayî li hember dolarê amerîkayî pir nizim bûye. Çareya bidawîkirina van alozîyan bi çareya siyasî ya giştî heye.

Çalakvanê siyasî Ferhad Baqir bi daxuyanîyekê ji Target Platformê re dibêje ku pêwîstîya aborîyê bi çareyeka kutaker a krîza Sûrîyayê heye, ew jî bi rêya pêkanîna biryara navneteweyî 2254, ji bo ku “gelê Sûrîyayê bê rizgarkirin û seqemgîrîya aborî pêk were, bi taybet ji ber ku çareya leşkerî bi kêr nehat.” Her wiha amaje bi wê yekê kir ku sûrîyayîyan nirxekî bilind bo 13 salên şer daye.

Cezayên Qeyser krîz aloztir kir

Ji sala 2020î ve piştî pêkanîna cezayê Qeyser li ser Sûrîyayê ji hêla Amerîkayê ve, krîza aborî û jîyanî li Sûrîyayê aloztir bû, bi taybet deverên di bin kontrola hikûmeta Şamê de, ew jî hevdwmî daketina nirxê lîreya sûrîyayî li hember dolarê amerîkayî, ku raporeya komîteya Neteweyên Yekbûyî berî çend rojan derket tê de tekez kir ku sûrîyayî nikarin nirxê xwarinê peyda bikin, sedema wê jî vegeran şerê ku ev 12 sal in berdewam dike û paşmayînên vîrosa “Corona” yê.

Ji hêla xwe ve parêzer Hisên Mele dibîne ku deverên bakur û rojhilatê Sûrîyayê bi seba cezayên Qeyserê gelek zirar dît û dibêje: “Hêvîya ew bû ku ev deverên dê nekevin ber cezayan û ji deverên din bê cudakirin, ji ber ku seqemgîrîya siyasî li deverê rê li ber seqemgîrîya aborî û civakî vedike û şansên berhemanînê zêde dike ku keleman ji ber kompanîyên navdewletî radike û bi rêya wan pere dikevin deverê.”

 

Encamên metirsîdar

Parêzer Ebdulah El-Iryan, ew jî ji şênîyên Reqayê ye, bi daxuyanîyekê bo Target Platformê tekez dike ku aborî giyanê siyasetê ye û “jîyan bê aborî tuneye”. Berdewam dike: “Civaka navdewletî di rewşa aborî ya ku niha civaka sûrîyayî tê de dijî, hevkar e, ji ber ku çareyeka siyasî peyda nakin û tu asoyên çareyê xuya nakin.­”

El-Iryan lê zêde dike û dibêje ku kirîza Sûrîyayê bandor li tevahîya sûrîyayîyan kir, ku bi seba wê civak bê ciwan, hêza ramanî, karker û xwdîyên bawernameyên bilind, ma. Her wiha bang kir ku pêwîst e nasnameyeka nû bo dewletê û lîsteya aborîyê bê avakirin, ji bo ku em bigihêjin seqemgîrîya aborî.

You might also like