Werzê zivistanê êş û azarên koçberên Kampa Tel El-Seminê li Reqaya bakurê Sûrîyayê, zêdetir dike

Mêrê pêncîsalî, Mihemed El-Îsa hewl dide konê ku bi malbata xwe re tê de dijî, çaksaz bike. Wekî ku tîne ziman şeva borî zehet li ser wan borî ku serma û baran hebû. Ew jî mîna bi hezarên koçberên ku ji devera Girê Spî koçber bûne û li Kampa Tel El-Semnê bi cih bûne ye. Êdî konekî nerizyayî nemaye ku wan ji sermaya zivistanê û germa havînê biparêze.
Mêrê ku ji gundê “Hicazîyê” li gundewarê Girê Spî bi seba êrîşa Tirkîyayê ya cotmeha 2019am, hatiye koçberkirin, li nara zehmetîyên ku rûbirûyê wê ne li Kampa Tel El-Semnê diaxive, ku alîkarî kêm in û alavên germkirinê tunene.
Dêya Îbrahîm ya ku ji gundekî ji gundewarê Girî Spê hatiye koçberkirin, ji Target Platformê re dibêje ku rewşa wan zehmet e, ji ber ku navendên bizişkî û derman peyda nabin û xelkên kampê neçar in dermana ji derve bi nirxekî buha bikirin, ku di van mehên dawî de êdî birêxistinên koçberan nema xuha dikin. Lê Dêya Îbrahîm dibêje ku ew vê jîyanê xweştir dibîne ji vegera gundê xwe, cihê ku hevjînê wê jîyana xwe ji dest da dema ku Tirkîya komikên wê êrîşî gund wan kir.
Kampa Tel El-Seminê li bakurê Reqayê ye û kanûna pêşîn a sala 2019an de Birêveberîya Xweser ew ava kir. Ew niha /6600/ koçberean dihewîne ku ji /1280/ malbatan pêk tê, piranîya wan jin, zarok û temenmezin in. Heta niha jî li gorî ku berpirsyarekî kampê tekez dike, hevdemî êrîşên berdewwam ên Tirkîyayê, malbat tên Kampê, tevî ku kamp nema dikare ji vê hejmarê zêdetir bihewîne û alîkarîyên birêxistinên koçberan jî kêm in.

Belavbûna nexweşîyan
Ji hêla xwe ve hevserokê Kampa Tel El-Seminê, Mihemed Elî bi rêya telefonê ji Target Platformê re tekez kir ku êş û azarên koçberan mezintir dibin her zivistan, ji ber ku piştgirî kêm e, kon rizîyayî ne û nexweşîyên mîna laşmanyayê bilez belav dibin, ji ber ku kon nêzî hev in, ku her konek derdora 2 metreyan tenê di navbera wan de heye. Li tenişta ku derman peyda nabin û navenda tenduristîyê di rojê de tenê 5 saetan kar dike, ew girêdayî yek ji birêxistinan e. Her wiha bal kişand ser wê yekê ku destpêka ku kamp hat avakirin piştgirîya wê hebû, lê niha tenê 30% maye piştî ku şerê Rûsya û Ukraynayê dest pê kir.

Alîkarîyên mirovî pir kêm in
Li gor Elî, di kampê de /58/ komîn û /6/ beş hene. Kamp li devereka biyabanê hatiye avakirin, ev yek jî sîstemeka jîyanî ya dijwar di werzê zivistanê de li ser koçberan ferz dike. Her wiha sîstema guhartina cilûberg û kelûpelan a her du salan ku Neteweyên Yekbûyî pê radibû, nema heye û bang li alîyên berpirsyar kir ku piştgirîya kampê bikin ji bo ku bê firehkirin û beşê nû lê vebin, her wiha konên rizyayî biguherin.
Tevî bangên ku koçberên Kampa Tel El-Seminê dikin û hişyarîyên ku birêxistinên mafên mirovan didin, lê êşûazarên xelkê kampê her ku baran tê, dubare dibin, ku hest dikin ew li çolê ne ji ber ku alavên germkirinê peyda nabin û alîkarî kêm in, ev yek jî rê li ber nexweşîyên werzî û veder û nexweşîyên kêmbûna xwarinê di nav zarokan de vedike. Xelkê kampê berpirsyarîya xwe dixin stûyê civaka navdewletî û bangê li wan dikin ku dagîrkerîya Tirkîyayê ji erdên wan re bi dawê bikin da ku vegerin malên xwe.
Raporên mafên mirovan dibêjin ku ji êrîşa Tirkîyayê ya sala 2019an, derdora /175/ hezar kes ji devera di navbera Serê Kanîyê û Girê Spî hatin koçberkirin. Ew devera ku serokê Tirkîyayê dixwest bike “devereka ewle”. Her wiha raporên mafên mirovan tekez dikin binpêkirinên mafên mirovan, revandin, îşkencekirin û talankirina malûmilkan derheqê xelkê resen ê deverê, berdewam dikin, li tenişta bicihkirina bi hezarên kesên ku ji Tirkîyayê hatine vegerandin, bi taybet li Girê Spî. Ev kiryar dikein çarçoveya plana guhartina demografî ya ku ji sala 2018an ve li ser tê karkirin. Her wiha tê bibelgekirin ku rêjeya kurdan li Efrînê tenê %30 maye, ku berî dagîrkerîyê %90 bû.

You might also like