Siyasetmedar li bara peymana civakî ya Birêveberîya Xweser: Tevî kelemên Tirîyayê, ew ezmûneka bi sirûş e

Birêveberîya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrîyayê, piştî du salên karê berdewam li ser peymaneka civakî erê kir, da ku derdoreka baştir bo birêvebirina wan deveran peyda bike. Ev peyman bi erêkirina hemû pêkhateyan, ku bo nîşaneya pêngaveka nû ya piştî têkbirina DAIŞê.
Gelek siyasetmedar û şopîner dibînin ku tiştê ku li ser axa Sûrîyayê rû dide, tecrûbeya Birêveberîya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrîyayê hêjayî balkişandinê ye, ji ber ku nimûneya pêwîst ya ku divê civak li ser wê rabin, pêşkêş dike, bi taybet hiziraa birêvebirinê ya ku rê ji her kesî vedike li ser esasê wekhevî û mafê hemwelatîbûnê. Her wiha, ev tev de hevdemî êrîşên Tirkîyayê yên berdewam tên, ku armanca wê têkbirina vê tecrûbeya demokrat e.

Tecrûbeyeka demokrat tevî kiryarên Tirkêyayê
“Tecrûbeyeka demokratîk li devereka şer” bi van gotinan Dr. Firnaz Etîya, mamostaya zanistên siyasî, peymana civakî ya Birêveberîya Xweser şîrove kir. Her wiha bi daxuyanîyekê ji Target Platformê re got ku tecrûbeya Birêveberîya Xweser heta asteka mezin serkeftî ye, tevî êrîşên Tirkîyayê û tiştên ku rû didin bi seba hewldanên Tirkîyayê yên qutkirina hin parçeyên bakurê Sûrîyayê.
Dr. Firnaz Etîya dibîne ku tecrûbeya Birêveberîya Xweser nimûneya çawanîya peymana civakî pêşkêş dike. Ew têkelek e ji hemû pêkhate, nijad û olan e ku karîbûn bi hev re civak û birêveberîyekê ava bikin, her wiha dikarîbûn hevjîyaneka aşitî bi awayekî demokrat bijîn, ku tu cudahî tunebe, lê belê têkilî li ser bingehê hemwelatîbûn û parastina mafê her kesî hatiye avakirin, ku her kesek erka wî heye.
Peymana civakî komîteyeka ji 150 kesî ava kir ku nûnertîya hemû pêkhateyên bakurrojhilatê Sûrîyayê dikin; kurd, ereb, siryan, asûr, ermen, tirkumen, çeçen, misliman, xiristîyan û êzidî. Her wiha nêrînên hemwelatîyên wan deveran, sazîyên birêveberî û leşkerî hatiye girtin û piştî ku hat erêkirin, ew bû gaveka ber bi lidarxistina hilbijartinên xwecihî li hemû deverên bakur û rojhilatê Sûrîyayê.

Tekezkirina ku ew beşek ji Sûrîyayê ne
Ji hêla xwe ve analîzkarê siyasî yê iraqî, Hazim El-Ibêdî, bi rêya telefonê ji Target Platformê re dibêje ku peymana civakî ya Birêveberîya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrîyayê, di rêgezên sereke de komeka madeyên ku ez lê disekinim hene, di serî de madeya 5an a ku tekez dike ku Birêveberîya Xweser beşek ji komara Sûrîyayê ye. ev bend bersiva gelekan dide yên ku xwedîyên vê tecrûbeyê bi cudaxwazîyê tawanbar dikin. Lê tevî bûyerê ku tê re derbas dibe, wê xwe ji Sûrîyayê cuda nekir.
El-Ibêdî lê zêde kir û got ku gelek madeyên peymana civakî hene ku li ser hizira hemwelatîbûn, wekhevîya mafan, rêzgirtina hemû ol û pêkhateyan tekez dikin, her wiha nirxên hevbeş ên li ser bingehê neteweya demokratîk tekez dike.

Tecrubeya neteweya demokratîk
Ji hêla xwe ve analîzkarê siyasî yê misirî, Hanî El-Cemel dibêje ku hizira peymana civakî di bingehê xwe de li ser hizirên rêber Ebdulah Ocalan hatiye avakirin, ku li bara neteweya demokratîk e, tîyorîya ku li ser bingehê parvekirina heman maf û azadîyê hatiye avakirnin, bêyî cudakirin û welatê ku têra her kesî dike.
El-Cemel bi rêya telefonê ji Target Platformê re lê zêde kir: “Yek ji tiştên balkêş di peymana civakî de ew e ku amadebûneka cîyawaz a jinê tê de heye ku hizirên rêber Ebdulah Ocalan tê de xuya dibe, yê ku jin pîroz dît û girîngîya jinê tekez kir. Her wiha gelek madeyên peymanê mafê jinê tekez kir, heta madeya 50yî da zanîn ku tundîya li dij jinê û keysbazkirina yê, ferzkirina negatîv li dij wê wekî tawanê tê dîtin û qanûn cezayê wê dide.
Analîzkarê siyasî tekez kir ku peymana civakî li deverên bakur û rojhilatê Sûrîyayê, erûbeyek e ku civêkê zengîn dike û curbicurbûna hizirî, bicihkirina bipêşketin û rehetîyê di nava gelên wê deverê de peyda dike. Wekî tê nasîn, civakên ku li ser bingehê demokrasî, azadî, redkirina paşgukirin an jî guhartina demografî, derdoreka guncav bo hizira pêşketî peyda dike.
Peymana civakî ya ku hat erêkirin ji 134 madeyên ku li ser 4 beşan hatiye belvkirin, pêk tê. Her wiha peymanê tekez kir ku ew beşek ji Sûrîyayê ne, ne tenê wiha lê belê madeya 133yan tekez kir ku ev peyman dikarê bê guhartin bo ku li destûra demokratî ya Sûrîyayê bê.

You might also like