Alozîya aborî li deverên hikûmeta Şamê konê xwe vedaye, ji paşdemayîna berhemên karsazî dest pê bike heta tu di têkçûna lîreya sûrîyayî, daketina asta jîyanê, daketina asta kirînê derkeve. Heta ku giha asta ku hikûmeta Şamê demeka dirêj ev alozî mandele dikir, îroj li xwe mukur hat û dest bi lêgerîna pereyên biyan kir da ku aborîya welat neê rûxandin.
Berî çend rojan serokê Sûrîyayê Beşar El-Esed biryarek da ku tê de da xuyakirin çi kesê ku bo leşkerîya yedek tê xwestin û temenê wan zêdeyî /40/ salî ye û hê bo leşkerîyê neçûne, dikarin berdêlê /4800/ dolarên amerîkayî bidin, an jî wekî wan bi lîreya sûrîyayî.
Li gor ku ajansa Sanayê ya fermî anî ziman, kesê ku çûne leşkerîya yedek û temenê wan zêdeyî /40/ salî ye û hê jî leşkerîyê dikin, dikarin /4800/ dolarî bidin û bo her heyveka leşkerîyê /200/ ji pereyan tê kêmkirin.
Ev biryar li ser medyaya civakî di nav sûrîyayîyan de bû cihê tinazî û şermezarkirinê, ku hikûmeta Şamê danûstandina bi pereyên biyan qedexe dike û çi kesê ku wan bi kar tîne bacê bi milyonên lîreyan li wan dibire û ji hêla xwe ve danûstandina bi dolarê amerîkayî ji xwe re rewa dike. Her wiha gelek kes dibînin ku hê jî hikûmeta Şamê êş û azarên sûrîyayîyan paşguh dike, her wiha sedemên sereke yên alozîya welat paşguh dike û berdewam hewl dide destkeftîyên pereyî bi dest bixe, ew jî bi rêya baca ku bi rêya efser û endamên hêza xwe li ser sivîlan ferz dike.
Şêlandina gel û bi destxistina destkeftîyan
Nivîskar û analîzkarê siyasî, Samir El-Xilêwî dibêje: “Ev biryar bo şêlandina gelê Sûrîyayê ye û wan bi hemû awayên pêkan keysbaz bike, tevî êşên wan. Hemû pereyên ku rêjîma Sûrîyayê bi dest dixe nakeve gencîneya dewletê de lê belê bo “cerdevanên desthilatdar” diçin, tevî wê jî Beşar El-Esed dixwaze bide xuyakirin ku ew serik e û biryaran dide bo xizmeta gelê xwe bike, lê hemû gelê Sûrîyayê çi yên pê re û çi jî yên opozîsyon dizanin ku tu tişt ji destên wî nayê jibilî kêmkirina gel û şelandina wî û dikare her tiştî bike qurbanî da ku li ser kursîyê bimîne.”
El-Xilêwî bi daxuyanîyekê ji Target Platformê re amajeyê bi wê yejê dike ku ev rewş dê li vê dere raneweste da ku şlandina gelê Sûrîyayê bike, gelê ku gelek pirsgirêkên wî hene, ne tenê aborî ne. Her wiha anî ziman ku dê tu pirsgirêk neyên çarekirin heta ku Beşar El-Esed li ser kursîyê be, lê belê dê bêhtir bibin, wekî ku me di salên borî de dîtin, çareya wê jî ew e ku ev “cerdevanên desthilatdar” ji ser desthilatê biçin.
Nema bawerî bi sazîya leşkerî tê
li tenişta wê, li gor analîzkaran, biryarên bi vî rengî, dihêlin ku sûrîyayî ji leşkerîya neçar nefret bibin, di demekê de ku bawerî nema bi sazîya leşkerî tê, bi taybet piştî alozîya ji 2011an ve. Her wiha sazîya leşkerî tê tawanbarkirin ku ew berpirsyara kuştina bi hezarên sûrîyayîyan e û rûxandina beşeka mezin ji welat, ku ev sazî ji karê xwe yê resen ketiye, ango parastina ewlehî û sînorê welat û veguherîye bo parastina desthilatdarîyê, ku tu helwest nîşan neda çaxa ku gelek dewletan welat dagîr kir, ên mîna Tirkîya û Îranê.