Hikûmeta Şamê û komikên Îranê madeyên hişbir li Dêra Zorê belav dikin

Li tenişta krîza aborî û jîyanî ya ku li deverên hikûmeta şamê berçav e, ku gel ji ber bêzar bûye û pêkan e ku “şoreşa birçîyan” çêbibe, bi taybet ji ber ku xwepêşandan li Swêdayê hene, meseleya bazirganîya madeyên hişbir dimîne yek ji girîngtirîn meselên li wê deverê, ku rapor dibêjin ku ev dîyarde berdewam dike û berbelav dibe.
Raporên mafên mirovan bi belge dikin ku bazirganî û bikaranîna madeyên hişbir li deverên hikûmeta Şamê, di van mehên dawî de berbelav bûye, ji Derayê bigire heta tu di Swêda, Şam, Himis û Dêra Zorê re derkeve, ku bi serperiştîya yekser û plankirî ji hêla efser û endamên ewlehî yên girêdayî hikûmeta Şamê û komikên îranî pêk tê.
Rawangeha Sûrîyayî ya Mafên Mirova vê dawîyê raporek belav kir tê de bi belge kir ku madeyên hişbir li Dêra Zorê û gundewarê wê bi awayekî berfireh belav bûye, ew jî rêya toreyên ku ciwanan armanc dikin, da ku ew ciwan di demên pêş de bibin bazirgan. Her wiha tekez kir ku komikên girêdayî Îranê hewl dide xwe nêzî zarokên dibistanên navîn û amadeyî bikin li deverên giştî li bajarê Meyadîn û Bûkemalê, da ku madeyên hişbir bi kar bînin û paşê ji wan re bazirganîya wê bikin.
Raporê amaje bi wê yekê kir ku madeyên hişbir di deverên veşartî de tên veşartin bi serperiştîya komikên îranî li taxên “El-Imal, El-Irfî û El-Şêx Yasînê”. Her wiha tekez kir ku destê efserên “Firqeya Çarem” ya girêdayî hikûmeta Şamê di belavkirina madeyên hişbir de heye. Her wihabal kişand ser hevbazîya di navbera wan û omikên îranî de, ku vê dawîyê Fiqeya Çarem qaseyeka mezin ji madeyên hişbir ji Libnanê derbasî Şamê kir û paşê veguhastin Dêra Zorê.

Komikên Îranê û komikên Hizbulahê
Piştî ku Sûrîya bû devera ku herî zêde li cîhanê bazirganîya madeyên hişbir lê tê kirin, çi ji hundir ve çi jî bi qaçaxtî bo dewletên cîran, komikên îranî û komikên Hizbulahê wekî tawanbarên herî berçav ên beralvbûna vêdîyardeyê tên dîtin, ku hatiye bibelgekirin ku kargehên madeyên hişbir ên van komikan li Himis û Dêra Zorê hatine avakirin.

Jihevxistina civakê û belavkirina tevlihevîyê
Analîzkar dibînin ku armanca Îran û komikên girêdayî wê ne tenê pere ne lê belê armanca wan ew e jî ku civakê ji hev bixin û ciwanan armanc bike da ku rê li pêşîya projeyên wê yên berfirehbûnê vebe û sûrîyayîyên li deverên hikûmeta Şamê neçar bike ku tev li wan bibin, hevdemî krîza aborî û jîyanî li wan deveran, li tenişta ku vê dosyayê wekî alaveka fişarê di dest xwe de bihêle, bi taybet piştî fişarên ku dewletên erebî li Şamê dike bo ku qaçaxtîya madeyên hişbir bi rêya sînor qut bike.

Xerabkirina deverê bo ku desteserîyê bike
Endamê Encumana Sûrîyayî ya bo Guhartinê, şêwirdar Hesen El-Herîrî, di vê şarşoveyê de bi Target Platformê dibêje: “Projeya îranî li ser bingehê belavkirina tevlihevîyê, belavkirina van madeyan li dewletên erebî, hatiye avakirin, da ku van deweletan paşdemayî bihêle, bi taybet di nav ciwanan de bo ku desteserîyê li deverê bike. Pêwîstî bi projeyeka erebî bo li hember vê projeyê be, heye.”

Nivîskar û lêkolînera siyasî Temara Hedad dibîne ku Îran israr dike ku devera Rojhilata Navîn newqî madeyên hişbir bike, da ku ewlehîya neteweyî ya dewletên armanc têk bibe û gelên wan newqî efyonê bike, da ku di rewşeka tenduristî ya nebaş de bimînin û bêkêr bibin, ji ber ku ew, gelên ku li dij wan, projeya wan, têkçûna wan a birêvebirina aborî, siyasî û pîşeyî, rabin naxwazin. Li tenişta ku pereyan bi awayekî lezgîn bi dest dixin. Li gor nêrîna wê Îran di fînansekirina projeyên xwe de xwe dispêre bazirganîya “kaptagon-”ê.

Bi daxuyanîyekê ji Target Platformê re tekez dike ku madeyên hişbir zirarê digihîne dewletên armanckirî, di nav de xwekujîyên ku di nav hemwelatîyan de belav dibe û civkê ji hev dixe, ku li gor wê ev e armanca Îranê, ku gel bi pirsgirêkên xwe ve mijûl bibin, piştî ku tevlihevî, kuştin û xemgînîyên de nav wan de belav bike, paşê projeya farisî ya li deverê berdewam bike û dest deyne ser paytextên erebî.

Hin jêderên nêzî hikûmeta Şamê tekez dikin ku hikûmeta Şamê nikare guh bide xwestekên erebî yên bidawêkirina bazirganî û qaçaxtîya madeyên hişbir, wê gelek caran hewl daye ku vê dosyayê neke rojeva vegerandina têkilîyan bi dewletên erebî re, ji ber ku destê gelek efserên mezin ên hikûmeta Şamê û berpirsyarên payebilind di bazirganîya madeyên hişbir de heye, li tenişta ku ev bazirganî pereyên pir jê re tîne û berpirsyartîya serperiştîyê di destê Îranê de ye ne di destê Şamê de.

You might also like