Nexşerêya vegerandina pêwendîyan..Beşar El-Esed û Erdogan li ser çi li hev dikin?

Wer xuyaye ku nêzîkbûna di navbera rêjîmên sûrîyayî û tirkîyayî û vegera pêwendîyan rojek berî yekê nêzîk dibe, tiştên ku di medyaya nêzîkî hikûmeta Tirkîyayê li bara danûstandinên ku dê di dema pêş de ji bo normalîzekirinê werin lidarxistin, delîlê vê yekê ye, lê belê hin merc ji herdu alîyan ve hene, nexasim xwesteka hikûmeta Beşar El-Esed di vegerandina “Idlib”ê li jêr serwerîya xwe, di çarçoveya nexşerêyekê li ser tê lihevkirin.
Agahîyên medyaya Tirkiyê hevdem bûn bi wê yekê ku Rûsya çend roj berê amadebûna xwe ji bo hewldanên zêdetir ji bo destpêkirina danûstandinên normalkirina peywendiyên di navbera Şam û Enqerê de nû kir ku ji civîna Astana yên di hezîrana borî de rawestiyane ku hingî li ser asta wezîrên karên derve yên Tirkiya, hukûmeta Şamê, Îranê û Rûsyayê pêk hatin, lê tu pêşketinek berçav nehat bidestxistin.

Daxwazên beramber ên rêjîmên tirkîyayî û sûrîyayî
Di mehên borî de daxuyanîyên beramberî hev di navbera Beşdar El-Esed û Serokê Tirkîyayê Receb Tayîb Erdogan de li bara normalîzkirinê hebûn û gotinên herduyan jî li ser mercan bûn, hevdemî wê jî civînên li ser asta ewlekarîyê di navbera herdu welatan pêk hatin, lê hejmarek ji şopîneran dibînin ku nêzîkbûna di navbera wan de dibe rêkeftineka girêdayî rewşa herêmên bakurrojhilatê Sûrîyayê bihewîne.
Li gor medyaya Tirkîyayê, Şam mercê kontrolkirina derîyê bazirganîyê yê di navbera Sîlfîcûz, Şam û rêya navdewletî “M4” bi bajarên Dêra Zorê û Hesekê yên rojhilatê Sûrîyayê re pêşnîyaz kiriye, li tenişta piştgirîya Eneqreyê ji mijara rakirina cezayên rojavayî û ewropî ji ser karsazên sûrîyayî û kompanîyên girêdayî hikûmeta Şamê.
Li beramberî wê, alîyê tirkîyayî daxwaza derxistina niştecihên Kurd bi rengekî giştî ji herêmên li ser xeta sînorê Sûrîyayê – Tirkîyayê û hikûmeta Şamê li ser têkbirina gropên kurdî yên çekdar li herêmên bakurrojhilatê Sûrîyayê ango Hêzên Sûrîyaya Demokratîk (HSD), her wekî Enqereyê qala vegerandina bi ewle ya koçberên sûrîyayî ku ji destpêka krîzê ve ya sala 2011yan ew pêşwazî kirine.

Dibe di her demê de normalîzekirin çêbibe
Di vê çarçoveyê de, Dr. Beşîr Ebilfetah, Pisporê Karûbarên Tirkîyayî dibêje ku vegera pêwendîyan di navbera Enqere û Şamê de dibe ku di her demê de pêk were, çimkî bi rengekî giştî pêwendîyên navdewletî dibêjin ku hemû senaryo ne dûr in, gengaz e têgihştin di navbera rêjîmên sûrîyayî û tirkîyayî di her kêlîyê de pêk were, her çi qasî dozen bi nakok di navbera herdu alîyan de hebin jî, mentiqê tiştan jî dibêje ku ne pêkan e qutkirina di navbera herdu alîyan de hetahetayî dom bike.

“Ebdilfeth” bi rêya pêwendîyeka telefonê li gel “Target Paltform”ê dîyar kir ku mijara vegerandina pêwendîyan ji du alîyan ve dikare were fêmkirin, ya yekem rewşa lixwevegerandina eşkere ya hikûmeta Tirkîyayê di dema borî de di warê pêwendîyên wê yên derve û başkirina wan bi welatên erebî re bi rêjeyeka mezin, li şûna ku bi wan re pev biçe û rû bi rû bimîne, ev yek jî bi Misir, Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî û Eribstana Siûdîyê û li ser heman rêbazî em têgihiştinan li bara pêwendîyên bi hikûmeta Şamê re jî dibînin.
Ebdilfetah dibîne ku sedemeka dihêle ku pêwendî di navbera herdu alîyan de vegerin ew jî ew e ku Sûrîya derîyekî girîng bo Tirkîyayê ber bi cîhana erebî ve ye, hevdemî paşvegerandina rêjîma Tirkîyayê, û tevî nakokîyên mezin li derdora herêmên bakurê Sûrîyayê yan bakurrojhilatê Sûrîyayê û hebûna kurdî û hêzên tirkîyayî li beramber wê.
Pisporê Karûbarên tirkîyayî piştrast kir ku dibe derketineka hêzên tirkîyayî ji herêman hebe û Idlib vegere himbêza rêjîma Sûrîyayê, li beramberî ku yê dawîyê ristekê di qutkirina piştgirîya Hêzên Sûrîyaya Demokratîk (HSD) bigerîne û hikûmeta Şamê sînor kontrol bike.Her wekî destnîşan dike ku her çendî nakokî kûr bin jî lê belê di dema guhertinên ku herêm rastî wan tên, pêkan e em hevtêgihiştinan yan normalîzekirinê di navbera Şam û Eneqereyê de bibînin.

Helwesteka rûs li ser hemû benan dilîze
Li bara Rûsyayê, balyozê rûs li Tirkîyayê Alex Yerîhov ji rojnameya “Daly Sebah” ya tirkîyayî re got ku Rûsya hîna amade ye ku bi hemû derfetên xwe bi kar nîne qene normalîzekirina tirkîyayî û sûrîyayî pêk bîne û dîyar dike ku ji ber sedemê forma çarqolî ku ji niwênerên Rûsya, Tirkîya, Sûrîya û Îranê pêk tê, çêbû, her wekî balê dikişîne ser wê yekê ku dibe hinek nakokî hebin, lê li gor wî ev gava han di berjwendîyên gelên sûrîyayî û tirkîyayî de ye.
Li bara helwesta Rûsîyayê ji van geşedanan, Dr. Nebîl Rişwan Pisporê Karûbarên Rûsyayê di pêwendîyeka telefonê li “Target Paltform”ê de dibêje ku eger Rûsya tu carî zîyan ji mijara nêzîkbûna Şam û Enqereyê nedîtîye, berovajî wê ew dibîne ku pêwendîyên tevlîhev û teng di navbera herdu alîyan li ser hesabê pêwendîyên bi yek ji alîyan re dihat.
Rişwan di vê çarçoveyê îşaret pê kir ku dosyayên bi nakok ên di navbera Enqere û Şamê de gelek in, nexasim girêdayî hewldanên Tirkîyayê bo avakirina herêmeka tampon li bakurrojhilatê Sûrîyayî û destnîşan dike ku di heman wextê de ku rûs li beramber avakirina wê herêmê li ser sînorê Tirkîya – Sûrîya ne xwedî tu rikê ne, lê dibe ku nakokî li ser rûbera wê hebûn.
Balkişand ser wê yekê ku Mosko li ser parastina pêwendîyên baş li gel kurdan jî xebitî tevî ku li beramber avakirina herêma tampon ne bi rik e, her wekî hevahengî di navbera Rûsya û Tirkîyayê li Idlibê jî heye û Mosko di warê parastina vê hevahengîyê rijd e, çimkî Idlib nêzîkî baregehên rûs ên li rojavayê Sûrîyayê ye.
Li bara nêzîkatîya Mosko ji kurdan re di warê lihevkirinekê di navbera Tirkîya û rêjîma Sûrîyayê de ku li ser hesabê wan be, Dr. Nebîl Rişwan dibîne ku tişta ji Rûsyayê re girîng berjwendîyên wê ne û ew berjwendî roj li dû rojê bi tirkan re mezin dibin, çimkî Rûsya îroroj stasyoneka noklerî li Tirkîyayê ava dike û di navbvera wan de hevkarîyek di warê gazê de heye û di dema pêwîstîyê de ne pêkan e ku Mosko di berdêla kurdan de “Enqere” bike qurbanî.
Mosko mijara karê di navbera hikûmetên Şam û Enqereyê de di çarçoveya Peymana Edeneyê ya sala 1998an li bara herêmên kurdan li bakurrojhilatê Sûrîyayê tîne ser maseyê ku rê dide hêzên Tirkîyayê derbasî kûrahîya Sûrîyayê bi rûbera /5/ Kmyan bibin, li tenişta ku dikare berfireh bibe û bibe ji mafê tirkan heta /30/ Km derbasî axa Sûrîyayê bibin, lê hinek agahî hevdemî civînên Astanayê yên dawîyê derketin ku Enqere rûberek ji wiha mezintir dixwaze.
Agahîyên ji medyaya tirkîyayî wê yekê nîşan didin ku bi vegera li Peymana Edeneyê hikûmeta Şamê piştgirîyekê ji Enqereyê dixwaze qene bajarê Idlibê ya li jêr kontrola komikên çekdar û terorîst ên alîgirê rêjîma Tirkîyayê, li beramber lihevkirineka sînorî ya nû, kontrol bike.

Vegera koçberên sûrîyayî li gor daxwazên Tirkîyayê
Di nava tiştên ku Tirkîya daxwaz dike, vegera koçberên sûrîyayî ya bi rengekî ewle bo welatên wan e, lê belê Enqere ev yek di danûstandinên Astanayê de danî ser maseyê, her wekî avakirina herêmeka dîyar bi navê “Ewle” da ku kesên vegerin dewleta xwe pêşwazî bike, lê belê ev rêya han pêkhateya Kurd nîgeran dike, çimkî di hindirê xwe lîstina bi demografîya herêmên bakurrojhilatê Sûrîyayê dihewîne.
Ji hêla xwe, Şêwirdarê Sîyasî yê Navenda El-Rafîdên bo Edalet û Mafên Mirovan li Cinêvê Hazim El-Ibêdî dibêje ku pirsgirêk ew e ku Tirkîya dixwaze koçber li gor kêfa wê vegerin, bi rêya avakirina dagîrkehan li herêmên bakurrojhilatê Sûrîyayê û idîa dike ku ew derfetên jîyanê li gor wan koçberan peyda dike, lê di rastîyê de ew dixwaze nasnameya wê herêmê biçewisîne û demografîya wê biguherîne, ev yek jî dikare wekî sûcên çengê were binavkirin, çimkî dê niştecih werin koçberkirin û hinên din li şûna wan werin bicihkirin.
Ibêdî di pêwendîyeka telefonê bi “Target Paltform”ê de got ku xwezî pirsgirêk li vir bisekine, lê belê dê fitineyekê ku zeman jî nikare şopên wê rake di navbera gelê Sûrîyayê ji Kurd û Ereban çêbibe, çimkî sûrîyayîyên ereb dê di nêrîna nifşên kurdan de wekî ku hatine û dest danîne ser erdê bav û kalên wan bi piştgirî û hêza çeka tirkîyayî, dê ev mesele jî encamên xeternak ên civakî û li ser tevahîya civaka sûrîyayî bi xwe re bîne.
Agahîyên ji medyaya tirkîyayî nîşan didin ku Enqere ji hikûmeta Şamê re gotiye dê peterola Sûrîyayê bîne jêr serwerîya wê, li beramber wê rêjîma Sûrîyayî daxwaza piştgirîya Tirkîyayê di warê avakirina bendav, rê û sazîyên perwerdeyê kiriye, her wekî garantîya rêzgirtina ji biryarên sêqolî yên Rûsya – Tirkîya û Îranê re di warê vegerandina koçberan de dide.
Hêjayî gotinê ye ku ber çend hefteyan şerekî dijwar li bajarê Dêra Zorê di navbera hêzên Kurd û komikên girêdayî Tirkîyayî û yên girêdayî Îranê û hikûmeta Şamê rû da, armanca wan jî derxistina kurdan ji Dêra Zorê bû, ku ev yek wekî delîlekî din ê ku normalîzekirin di her demê de pêkan e û bêguman wê pê re hevahengî di navbera Enqere, Şam û Tehranê de ji bo şerê tecrubeya Birêveberîya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrîyayê hebe.

You might also like