Bombebaraneka nû ya Îsraîlê Balafirxaneya Şamê ya Navdewletî ji kar dixe

Piştî /30/ saetan tenê ji karkirina wê, balafirxaneya paytexta Sûrîyayê careka din din roja yekşemê ji kar ket, di encama bombebaraneka îsraîlî ku di du mehan de cara çaran e pêk tê. Li gor Rawangeha Sûrîyayî ya Mafên Mirovan tekez kir ku bombebaran li devereka leşkerê li Mezê jî pêk hat û di encama wê de /3/ endamên hêzên hikûmeta Şamê hatin kuştin.

Ji hêla xwe ve Ajansa Nûçeyan a Sûrîyayê “Sana” li ser zimanê jêdereka leşkerî ya hikûmeta Şamê got ku di encama bombebarana Îsraîlê de balafirxane ji kar ket û amaje bi wê yekê kir parastina esman a Sûrîyayê gelek moşekên îsraîlî ji ser xwe vegerandin.

Di 22yê cotmehê de Wezareta aVeguhastinê ya hikûmeta Şamê ragihandibû ku balafirxaneya Şamê û ya Helebê di encama bombebarana Îsraîlê de ji kar ketin, ew jî ku berî wê di 12 û 15ê heman mehê de ragihandibû ku herdu balafixane rastî bombebaranê hatine û ji kar ketine.

Tevî ku heta niha Îsraîlê berpirsyartîya tu êrîşê ne hilgitiye ser xwe lê berepirsyarên wê berdewam daxuyanîyan didin ku ew dê rê Îranê da ku cihê xwe li ser sînorê bakurî çê bikin û çekan bo Sûrîya û Libnanê veguhêzin. Her wiha Îsraîlê berpirsyarêya êrîşên ku li dij armancên leşkerî li başûrê welat pêk hatin , giry ser xwe, ew jî wekî bersiv bû ku moşek ji axa Sûrîyayê ber bi Colana dagîrkirî ve hatin avêtin. Her wiha hişyarî da hikûmeta Şamê ku çi armanckirin ji Sûrîyayê bê ew dê berpirsyarîya wê hilgire.

Desthilata Îranê li ser balafirxaneya Şamê

Di vê çarçoveyê de, seredîtora platforma “Wihte House in Arabic”ê, Mereh El-Biqaî dibêje: “Bombebarana Îsraîlê ya li ser balafirxaneya Şamê tê dubarekirin ji ber ku bi giştî di bin destê milîsîn Îranê de ye. di rêya vê balafirxaneyê de çek ji Îranê digihêjin, Îsraîl jî bi temamî vl rewşê nas dike, ji ber wê ew dixwaze balafirxaneyê ji kar bixe da ku çek negihêjin, ku ji çaxa Hafiz El-Esed ve balafirên geştê çek gihdigirtin.”

El-Biqaî di axafitina xwe de ya bi Target Platformê re, lê zêde dike: “Her dem bombebaran hene ku em bi awayekî berdewam wê dibihîzin, ew jî li dij cebilxaneyên çekan ên Îranê ne ku di destên milîsan de ne. Ji ber wê biryara Îsraîlê ew e  ku hêza çekan birûxîne li Sûrîya û Libnanê, ev yek jî beşek ji plana wê ye da ku rê li ber Îranê bigire û êrîşan li dij Îsraîlê pêk neîne.”

 Tiştek ji destên hikûmeta Şamê nayê

El-Biqaî bal kişand ser wê yekê ku jikarketina Balafirxaneya Şamê ya Navdewletî tiştekî normal e li dewleteka mîna Sûrîyayê; tê de hikûmetek hene nikare welat bi rê ve bibe û dagîrker bi ser de anîn da ku rêjîm li cihê xwe bimîne. Her wiha amaje bi wê yekê kir ku Sûrîya ji hêla Rûsya û Îranê ve dagîrkirî ye, li ser erdê artêş û milîs hene, ji ber wê em li ser çi balafirxane û çi dewletê diaxivin?”

Wezareta Derve ya Rûsyayê êrîşa Îsraîlê ya li dij Balafirxaneya Şamê ya Navdewletî şermezar kir û hişyarî da ku êrîşên bi vî rengî dê rê li ber nearamîyê veke li deverê. Lê raporinên ragihandinê li bara lihevkirineka rûsyayî-îsraîlî diaxivin ku Mosko çavê xwe ji ser êrîşan digire, ew jî di çarçoveya razîkirina Îsraîlê û hewldana bêparkirina Îranê ji bikarana balafirxaneya Şamê da ku çekan veguhêze û li Sûrîyayê hêza xwe xurttir bike.

Li bara vê mijarê seredîtora platforma “White House in Arabic”ê, Mereh El-Biqaî got ku pêkan e ku lihevkirin di navbera Rûsya û Îsraîlê de hebe da ku Balafirxaneya Şamê ya Nevdewletî ji derveyî kar be, ji ber ku li Sûrîyayê biryara siyasî di destê Rûsyayê de ye, lê biryara şer di destê Îranê de ye û ji berjewendîyên Rûsyayê ye ku destekê bide Îsraîlê, bi taybet piştî bûyerên Xezayê.”

You might also like