Piştî hetîketîya kwalisyona desthilatdar li bara Filistînê.. Şopîner: “Erdogan” xewnan difroşe gelên ereb

Bi dirêjahîyha /20/ sala serokê Tirkîyayê Receb Teyyib Erdogan welatê xwe bi rê ve dibe û di ber wê re navûdengîyekê ji xwe re çêdike ku ew “rizgarkerê mezlûman” e û çaxa ku mijar girêdayî Filistînê be ev propogandaya wî zêde dibe, bi taybet di van hefteyên borî de berdewam tekez dikir ku ew li tenişta gelê Filistînê ye û banga darizandina serekên dagîrkerîyê kir. Lê bûyereka nêzî parlementoya Tirkîyayê çêbû ku bû belgeyeka nû ya qeêpîya helwestên li beramber gelê Filistînê.

Di biryareka fermî de ku tersî helwestên Tirkîyayê ye, kwalîsyona desthilatdar –AKP û tevgera neteweperest- li dij biryarekê rabûn ku desteya parlementoyê ya Partîya Seadetê ya opozîsyon ew pêşkêş kiribû ku tê de doza lêvegerê dikir li bara qaseya kelûpelên Tirkîyayê yên ku bo Îsraîlê tên veguhastin û ka gelo çi qasî bandora wê li şerê Xezayê heye, bi taybet hin ji wan kelûpelan hesinên ku di çêkirina çekan de tên bikaranîn hene û ew çek li dij Xezayê tên bikaranîn.

Opozîsyonê Erdogan xist bin fedîyê

Li gor hin destgehên ragihandinê yên tirkî, hin raporên aborî dibêjin ku piranîya derçûyên Tirkîyayê bo Îsraîlê hesin û petrol e, ev heyber jî li dij Xezayê bi kar tên, ji çaxa ku êrîş ji 7ê cotmehê ve pêk hatiye û di encama wê de bêhtir ji /15.000/ filistînî hatine kuştin û /35.000/ birîndar bûne û hema tu dikarî bibêjî ku hemû deverên jîyangîr ên derdora /2.4/ milyon kesî, hatine rûxandin.

Di vê çarçoveyê de, endamê palementoyê yê Partîya Seadetê, Mistefa Kaya got ku hemwelatîyên Tirkîyayê hewl didin her tiştê girêdayî Îsraîlê ji xwe bibirin, her wiha kompanîyê ku piştgirîya Îsraîlê jî dikin, ku ew dibîne dewleta wê bergirîyên pêwîst nagire da ku vê yek pêk bîninm hevdemî pirbûna qaseya şandina kelûpela bo Îsraîlê ji çaxa ku şer dest pê kiriye.

Endamê parlementoya Tirkîyayê fişk kir ku bêhtir ji /300/ keştîyan û balafirên bar ku petrol, xwardemenî, hesin, çîmento û hwd bar dikin û ber bi Îsraîlê ve çûne. Her wiha amarên Komeleya Jêderên Hesinê Tirkîyayê xuya dikin ku Enqera %65ê pêwîstîyên bazara Îsraîlê ya hesin bi cih dike.

Firotina xewnan

Li bara vê mijarê, birêveberê Navenda Brûkselê ya Navdewletî ya Lêkolînan li Belcîkayê, Dr. Remedan Ebû Cezer dibêje ku helwestên kwalîsyona desthilatdar ne dûr e, ji ber ku tê naskirin ku serokê Tirkîyayê xewnan difroşe, bi dewletên erebî re bi rengekê diaxive  û bi Îsraîlê re bi awayekî din diaxive, wî hewl da dewletên erebî xirab bike, çaxa ku ew û Misirê li hev hatin jî, dilê wî nepaqij bû di wê yekê de.

Ebû Cezer bi rêya telefonê bo Target Platformê lê zêde kir: “Erdogan” li bara Filistînê diaxive lê pêk naîne, tevî hemû tiştên ku dibêje û raigihîne, lê ew hevkarê aborî yê herî mezin li Rojhilata navîn ê Îsraîlê ye, heta çaxa birîna têkilîyan jî, tenê rêklamî bû, ji ber têkilîyên Enqera û Tilebîbê di asta xwe ya herî bilind de bûn, di rojekê de hewlesteka ji dil li hember Îsraîlê nîşan nedaye, lê belê têkilîyên wê yên xurt bi serekên rastgirîya tund a Îsraîlî re heye, ku çaxa serokê Tirkîyayê serdana Îsraîlê kir wê çaxê hikûmeta Netenyahû bû ku niha tawanekê li dû tawanekê li dij gelê Filistînê pêk tîne.

Ebû Cezer got ku helwestên serokê Tirkîyayê li bara Filistînê rastîya qelpîya birêxistin ixwanan ua navdewletî eşkere kir, ku yevê tiştê ku li Xezayê rû daye, heta niha biryarek jî jê derneketiye ku xizmeta gelê filistînî bike. Birêxistina iwanan ber çend salan cîhad li Sûrîyayê ragihan berdêla ku li Filistînê ragihînin li dij Îsraîlê. Her wiha di dawêya daxuyanîya xwe de tekez kir ku ji ber wê ne tiştekî ecêb e li bara tiştê ku li palementoya Tirkîyayê çêbûye.

 Hesinê Tirkîyayê û çêkirina çekên îsraîlî

Di vê çarçoveyê de, parlementerê CHPyê ya opozîsyon li Tirkîyayê got ku Tirkîya derdora /1.4/ milyar dolar ji hesin bo Îsraîlê veguhastiye, ev tev de tenê di salekê de. Her wiha amaje bi wê yekê kir ku hesin heybera bingehên e di çêkirina çekan de û ew çek bo kuştina zarokên Filistînê tên bikaranîn.

Ji hêla xwe ve, Yasir Ebû Sîdo yê ku di Tevgera Fetihê ya filistîne de berpirsyar e bi rêya telefonê ji Target Platformê re got: “Tiştekî normal e ku em wek van hewlestan ji kwalîsyona desthilatdar a Tirkîyayê bibînin, ji ber ku heger em li aborîya Tirkîyayê binêrin, em ê bibînin ku geştîya Tirkîyayê bi awayekî sereke li ser îsraîlîyan e û Enqera berjewendîyên wê yên aborî bi Tilebîbê re hene. Her wiha tekez kir ku ew bawer e ku serokê Tirkîyayê derewan dike çaxa ku dibêje ew dê têkilîyên xwe bi Îsraîlê re bibire, ev tenê daxuyanîyên vala ne.”

Perpirsyarê filistînî rij bû ku divê gelên ereb nas bikin ku tirk ji ereban hez nakin, ji ber ku ew dibînin ku sedema hilweşandina Împeratorîya Osmanê ereb bûn û wan wekî xayin dibînin. Rojekê jî tirkan ji xwe re negotiye ku ew in sedema paşdemayîn dewletên erebî çaxa ku zana koç kirin û wan ber bi Astanayê ve şandin.

Hêjayî gotinê ye ku sala borî, wezîrê derve yê Tirkîyayê daxuyanî da ku qaseya têkilîyên aborî di navbera Tilebîb û Enqerayê de /10/ milyar dolar derbas kiriye û idîa kir ku xweşbûna têkilîyan di navbera Enqera û Tilebîbê de dê rê li ber aşitîyê li deverê veke. Piştî vê daxuyanîyê bi sê heyvan Îsraîlê êrîş bir ser Xezayê, her wiha tiştê ku niha li Xezayê rû dide, tekez dike ku ti aşitî pêk nehatiye.

You might also like