Enistîtûya Rojhilat a Almanî komcivînekê bi berpirsên bakurrojhilatê Sûrîyayê re li dar dixe

Enistîtûya Rojhilat a Almanî (Deutsche Orient-Institut) bi hazirbûa berpirsên bakurrojhilatên Sûrîyayê, komcivînekê li bara rewşa bakurrojhilatê Sûrîyayê li dar dixe, ku tê de hevserokê Gerînendeya Têkilîyên Derve, Bedran Çiya Kurd, hevseroka Partîya Yekîtîya Siryanî, li tenişta birêveberê Enistîtuya Rojhilat a Almanî, Andreas Reinke û rojnamevan Kristin Helberg, hazir bûn.

Di gotine xwe de Bedran Çiya Kurd got ku girîng e rewşa deverê bê şopandin, ku bakurrojhilatê Sûrîyayê beşek ji Sûrîyayê ye û Birêveberîya Xweser ji sala 2014an ve deverê bi rê ve dibe. Çiya Kurd bal kişan ser wê yekê ku êrîşên Tirkîyayê têkoşîna li dij terorê qels dike, her wiha rêyên çareya siyasî nîşan da ku Birêveberîya Xweser dikare roleka sereke tê de bilîze û ew nimûneya herî baş e bo çareyê.

Di komcivînê de Çiya Kurd bal kişan ser wê yekê ku êrîşên Tirkîyayê zemînê û deverên jîyangîr armanc dike, di encama wê de jîyana sivêlan dixe metirsîyê, ku ji hêleka din ve jî birêxistina DAIŞê ya terorîst jî qezencê ji van êrîşan dibîne da ku komikên xwe yên veşartî birêxistin bike. Her wiha Çiya Kurd li bara deverên dagîrkirî yên mîna Efrîn, Serê Kanîyê û Girî Spî axivî ku Tirkîya binpêkirinên mafên mirovan li dij xelkê resen ê deverê pêk tîne û bang li birêxistinên navdewletî kir da ku rewşê binirxînin û planên Tirkîyayê rawestînin.

 Xiristîyan rûbirûyê metirsîya DAIŞê ne

Hevseroka Partîya Yekîtîya Siryanî, Nezîra Korê di axaftina xwe de giranî da rewşa xiristîyanan û kêmneteweyan bi awayekî giştî li herêma bakurrojhilatê Sûrîyayê û got: “Siryan rûbirûyê metirsîya vegera DAIŞê ne, ev yepê pêkan e heger Tirkîya êrîşên xwe li dij deverên me berdewam bike û civaka navdewletî dudilî be bo pêşkêşkirina alîkarîyê ji Birêveberîya Xweser re. Metirsîya DAIŞê pileya koçberîyê bilindtir dike, bi taybet bo xiristîyanan, ev yek nayê qebûlkirin, em dixwazin gelê me li ser axa xwe bimîne û bi seba nerijbûna cîhanê ji dijterorîyê re koçber neke.”

Her wiha Korê di axaftina xwe de bal kişand ser Birêveberîya Xweser û got: “Hemû pêkhateyên bakurê Sûrîyayê bi hev birêveberî damezirandin, pêkhateya siryan jî yek ji wan e, ji ber ku me dît ev proje bo gelê siryan û gelên din her wiha mafê jinê, garantîyê dike.”

 Birêveberîya Xweser projeya tevahîya pêkhateyan e

Rojnamevan Kristin Helberg ku bi salan e serdana deverên bakurrojhilatê Sûrîyayê dike, di axaftina xwe de got: “Ji hêla prtîkî ve, Sûrîya çar parçe ye, ew jî ev in: Deverên di bin kontrola rêjîmê de, deverên di bin kontrola komikên cîhadîst de, deverên ku ji hêla Tirkîyayê ve hatne dagîrkirin û deverên bakurrojhilat ên ku Birêveberîya Xweser bi rê ve dibe. Devera Birêveberîya Xwe a Bakur û Rojhilatê Sûrîyayê devereka pir girîng û stratejî ye, ku jêderên wê yên aborî cur bi cur in û bo gelek alîyan wekî stasyonê ye.”

Rojnamevana alman berdewam kir: “Gelek kelem li pêş Birêveberîya Xweser hene, bi taybet ji ber êrîşên berdewam ên ku Tirkîya li dij deverên wê pêk tîne, ev êrîş keleman li pêş karê dijî terorê derdixe, ku xuya ye ji berdêla ku Tirkîya hevkarîya Birêveberîya Xweser bike di şerê li dij terorê, tersî wê Tirkîya deverên wan bombebaran dike, ev yek jî dihêle ku tevgera terorîstan bê vejandin û metirsîyeka nû li ser ewlehîya cihanê çêkin.”

 Tirkîya ditirse ku projeya Birêveberîya Xweser bigihêje axa wê

Çiya Kurd tekez kir ku “Tirkîya ditirse projeya birêveberîya Xweser bigihêje axa wê, ji ber ku ev proje garantîya mafên hemû gelan dike, ev yek jî Tirkîya naxwaze pêk were, ji ber wê, siyaseta dijminane ya Tirkîyayê  li dij deverên me dê neyê guhartin, ji ber ku dijminatîyeka mezin li hember gelê kurd li Tirkîyayê heye, a baş e ew e ku rêjîma Tirkîyayê çarekê bo doza kurdî û dozên demokratê ên navxweyî bibîne, berî ku dijminatîya deverên me bike bi bihaneya ku em bo ewlehîya neteweyî metirsî ne.

You might also like