Xwepêşandanên Swêdayê berdewam in.. Şêx Hikmet El-Hicrî nameyekê bo sûrîyayîyan rê dike

Xwepêşandanên gelêrî li Swêdayê nêzî roja xwe ya 100î dibin û hê jî berdewam dikin, ku xwepêşanderan ji hefteya duyem de daxwazên xwe bilind kirin û doza guhartina siyasî ya aşitî kirin û çûyîna serokê Sûrîyayê Beşar El-esed ji ser desthilatê. Ev xwepêşandan ji hêla şênên aqil yên dirzîyan ve tên piştgirîkirin.

Xwepêşander rojane li qada “El-kerama”yê  li nîvê bajar kom dibin û li qadên gund û bajarokên girêdaî wê jî, li tenişta ku roja înî xwepêşandaneka navendî li qadê li dar dixin, da ku xwestekên xwe yên çûyîna El-esed û veguhastina siyasî li gor biryarên Neteweyên Yekbûyî û i serê de biryara 2254an, tekez bikin. Her wiha serbestberdana girtîyan û zelalkirina çarenûsa windayîyan.

Piştî ku sê mehên xwepêşandanan derbas bûn, şêxê aqil yên dirzîyan Hikmet El-Hicrî bi rêya vîdyoyekê daxuyanîyek bo sûrîyayîyan da, tê de tekez kir ku dê xwepêşandan aşitî biminîn û ji mafê wan e daxwaza mafên xwe bikin û tundîyê bi hemû awayên wê red, her wiha ew dê bimînin li ser daxwazên xwe heta ku xwestekên wan bi cih bibin.

Şêx El-Hicrî di daxuyanîyê de got ku xelkê başûrê Sûrîyayê xwêna xwe di ber welatê xwe de dane lê tu berpirsyarî bo hemwelatî nehat xuyakirin ku êş û azarên hemwelatîyan kêm bike, êşên ku bi seba birêvebirina şaş peyda bûn, di encama wê de dengê azadîxwazan ji deşt û çiyayên Horanê bilind bû, ku daxwaza mafê rewa û hizirên rewa bi rêya xwepêşandanên aşitîyane û niştimanî dikin, da ku em bigihêjin Sûrîyayeka ewle û aram.

Şêx El-Hicrî alavên tundîyê yên ku alîyên naskirî wê bi kar tînin da ku dengê rastîyê bitepisînin, şermezar kir. Her wiha anî ziman ku belavbûna dîyardeya tundîyê derbirîna têkçûna kesên ku pê ve radibin dike, ku di demên dawî de belav bûye. Her wiha piştgirîya xwe bo xwepêşandanên aştiyane da, heta ku bigihêjin maf û welatekî ku serê nifşên bê ji ber bilind be.

Name bo gelek alîyan

Li daxuyanîya Şêx Hikmet El-Hicrî tê nêrîn ku ew nameyan bo gelek alîyan hidigire, di serî da hikûmeta Şamê û serokê rjîma Sûrîyayê Beşar El-Esed, ku gelek analîzkar dibêjin ku xwepêşandanên Swêdayê ew xistiye bin fişarê û gelek kaxezên wî tevlihev kirine, di demekê de ku hewl dide navê xwe vegerêne û ji tenêtîya siyasî ya ku ev deh sal in li ser wî hatiye ferzkirin, derkeve. Her wiha hewl dide xwe bide xuyakirin ku wî serkeftinek bi dest xistiye.

 Redkirina tundî û fitneyê

Li gor şopînera daxuyanî nameyeka zelal hildigire ku doza berdewamkirina xwepêşandanan kir heta ku xwestek pêk werin û tundî red kir ku tundî dê rê li ber nearamîyê veke û tevlihevîyê çêke. Her wiha amaje bi wê yekê kir ku siyaseta çêkirina fitneyên kifş bûye û nema bi kêr tê, di demekê de ku xelkên başûr baldar bûne û berê xwe dane Sûrîyayeka aram bo tevahîya sûrîyayîyan.

Gendelîya desthilatê

Serokê beşê Swêdayê yê Birêxistina Erebî ya Mafên Mirovan û endamê damezrîner ê destpêşxerîya Niştimanî li Çiyayê Ereban, Silêman El-Kifêrî bi daxuyanîyekê ji Target Platformê re got: “Daxuyanîya birêz Şêx Hikmet El-Hicrî gelek wateyên wê hene û di demeka pêwîst de hat da ku asta hişmendîya xwepêşandanên gelêrî bilind bike. Her wiha amaje bi astengîya aborî û trajedîya siyasî kir ku welat tevlihev kiriye û mirov bêazadî û rûmet maye, li hemberî wê hin kes hene xêrûbêrên welat talan dikin, ew jî ew kesên gelndel in di hikûmetê de û hêzên ku operasyonên leşkerî li dij sûrîyayîyan pêk anîn di encamê de welat dagîr kirin, mîna Tirkîyayê li bakurê Sûrîyayê, Îran, Rûsya û Amerîka, her wiha komikên çekdar yên ku tenê xema wan talankirina welat e.”

Ji ser xwepêşandanan venagerin

El-Kifêrî tekez kir ku tiştê daxuyanî cîyawaz kir ew bû ku bo tevahîya sûrîyayîyan bû, ji ber ku êşa wan yek e li tevahîya welat, li tenişta ku piştgirî da bo ku xwepêşandan berdewam bikin, wekî bersiv bo kesên ku dibêjin şêx ji piştgirîya xwepêşandanan vegerîya. Her wiha daxwaza pêkanîna biryarên navneteweyî yê girêdayî guhartina siyasî nû kir û got ku dem dema sistemeka siyasî ya demokrat e.

You might also like