Gendelî karê mirovî dorpêç dike.. hikûmeta Şamê karmendan ji kar dixe û hin navan li birêxistinên navdewletî ferz dike

Hin rapor derketine li bara destwerdana sazîyên ewlekarîyê yên hikûmeta Şamê di karê birêxistinên mirovî û hawarçûnê de, ên ku li deverên hikûmetê kar dikin. Di nav wê destwerdanê de destnîşandikirina kesên ku qezencê jê dikin û ferzkirina navên ku girêdayî berpirsyarên sûrîyayî bo erkdarkirina wan di birêxistinan de û heger birêxistin erê neke, dê bo kar bê rawestandin.

“Koma Kar bo Filistînîyên Sûrîyayê” ji jêderan girt ku ew jêder kifş nekir, got ku sazîyên ewlekarîyê yên hikûmeta Şamê, hejmareka karmendên Neteweyên Yekbûyî ya Hawaçûnê û Karûbarên Koçberên Filistînî “UNRWA”, ji kar xist û birêxistin neçar kir ku wan bi bihaneyên ewlekarîyê ji kar bixe. Her wiha amaje bi wê yekê kir ku sazîyên ewlekarîyê di mehên îlon û cotmehê yê borî de /6/ karmend ji kar xisitine bi bihaneya ku metisîyê li ser welat çêdikin û merivên wan di nav opozîsyona sûrîyayî de hene.

Berpirsyarê beşê ragihandinê yê “UNRWA”yê, Fayiz Ebû Ibêd bi daxuyanîyekê got ku “rêjîma Sûrîyayê karê UNRWAyê girê dide û rê nade wê ku tevgeran bike bêyî ku li wan vegere, her wiha lê zêde kir û got ku desteserîya rêjîma Sûrîyayê gihaye warê karmendîyê di birêxistinekê de ku xwedêgravî navneteweyî ye ji hêla biryar û lêvegerê ve.

Beşê Filistînê

Li gor Ebû Ibêd UNRWA ne xwedîya biryarê ye di erkdarkirina karmendên xwe de, ji ber ku sazîyên ewlekarîyê yên sûrîyayî lêkolînê li ser karmendan dikin berî ku bikeve kar. Her wiha hin raporên alîyên mafî yên filistînî yên ku li Sûrîyayê kar dikin, tekez dikin ku di dema dawî de UNRWAyê kesên ne filistînî erkdar kirine ku girêdayî kesên xwedî hêz in di sazîyên ewlekarîyê de û bi taybet “Beşa Filistînê”, ku bûye karmendan erkdar dike bêhtir ji birêveberê giştî yê birêxistinê.

Çavdêrîkirina tevgerên “UNRWA”yê û erkdarkirina karmendan

Parêzer û birêxistinkerê giştî yê Kombûna Mesîrê Eymen Ebû Haşim bi daxuyanîyekê ji Target Platformê re got: “Rol û destwerdana sazîyên ewlekarîyê di birêxistina UNRWAyê de ne nû ye, ew ji berî salan de heye û destwerdaneka yekser ji Beşê Filistînê heye, ku çavdêrîya birêxistinê û karmendên wê dike.” Her wiha amaje bi wê yekê kir ku karmendên UNRWAyê yên ku di hezbazîyê de bi ser ketine divê erêkirina ewlehî bi dest bixe heta ku karibe kar bike.

Ebû Haşim lê zêde dike: “Rêyeka din heye ku pê destwerdan û çavdêrîya birêxistina UNRWAyê dikin, ew jî Sazîya Koçberên Filistînî ye ku sazîyeka girêdayî Wezareta Karûbarên Civakî û Kar ya Sûrîyayê ye,lê belê roleka wê ya ewlehîyê jî heye ku birêveberê wê raporan ser birêxistina UNRWAyê radike, li tenişta ku destwerdanê di karê wê de dike, ku birêxistin nikare bi tu karî rabe li Sûrîyayê bêyî ku destûra sazîya koçberan. Her wiha tekez kir di dema dawîyê de destwerdan bi awayekî eşkere kir ji hêla erkdar kirinê ve, ku hejmareka kesên elewî di UNRWAyê de erkdar kirine, tevî ku pêşek bo koçberên filistînî ye ji ber ku birêxistin bo karê koçberên filistînî ye.”

Li gorî parêzer û birêxistinkerê giştî yê Kombûna Mesîrê Eymen Ebû Haşim, kiryarên destwerdanê piştî sala 2011an zêde bû. Bi ser de jî programê qezên piçûk ya taybet bo koçberên filistînî, ji hêla sazîyên ewlekarîyê ve hat desteserkirin, heta astekê ku di sala 2017an de /1197/ kesên ne filistînî qezenc ji vê programê digirtin li hemberî /288/ filistînîyan tenê.

 

 

 

 

 

You might also like