Berî çend rojan, wezîrê çandinîyê yê Tirkîyayê, Îbrahîm Yomeqlî ragihand ku welatê wê dê di sala 2030î da rastî zuhabûneka avê were. Vê daxuyanîyê metirsî li gel iraqî û sûrîyayîyan çê kir, bi taybet hin şopîner dibînin ku nabe Tirkîya rastî zuhabûneka avê were û dan zanîn ku ev daxuyanî tên wateya ku Tirkîya dest bi planên xwe yên birçîkirina gelên Iraq û Sûrîyayê.
Pirsgirêk ew e ku herdu çemên Dîjle û Firatê kanîya wan hewza Anadolê ye paşê di Sûrîya û Iraqê re derbas dibin û li Besrayê digihêjin hev û Berava Ereban pêk tînin. Herdu çem bi temametî dikevin ber qanûnên çeman ên navdewletî, lê Tirkîya herdem dibêje ku herdu çem ên Tirkîyayê ne, di demekê de ku Iraq di parên xwe yên avê de bi temametî xwe dispêre Çemê Firatê û Sûrîya %90 xwe dispêre wê, lê ew rastî tematîyên tirkan tên.
Tîbûneka bêhtir bo Sûrîya û Iraqê
Di vê çarçoveyê de, lêkolîner û akadîmîsyan Dr. Elî Sabit bi rêya telefonê ji Target Platformê re dibêje: “Dosyaya avê bo gelan meseleya jîyan û mirinê ye, li gor pisporan devera Rojhilata Jêrîn êşê bo xuhabûna avê dikşîne û dê bikşîne. Her wiha peymanên navdewletî vê mijarê birêxistin dikin, di navbera dewletên jêder û dewletên ku av lê kom dibe. Lê Tirkîya li deverê dosyaya avê li gor berjewendîyên xwe bi rê ve dibe, bêyî ku li berjewendîyên Sûrîya û Iraqê binêre.
“Sabit” zelal kir ku ev yek xuya bû dema ku bendava “Îlîsu” li gel jêdera Çemê Dîjleyê û hin bendavên din hatin avakirin. Ji ber wê, Tirkîya kontrolê li parên Sûrîya û Iraqê dike, ku herdu welat bi awayekî rijd rastî zuhabûna avê tên. Ne tenê wiha, mixbinTirkîya dosyaya avê wekî alaveka fişarê li dij Iraqê di dosyaya enerjîyê de bi kar tîne û wê neçar dike ku parekê bibe li hember ku avê bi awayekî hêdî jê re berde.
Akadîmîsyanê misirî got ku gelê kurd li bakurê Sûrîyayê ji avê bêpar dimîne, ji ber rewşeka jîyanî ya hişk li kurdên bakurê Sûrîyayê hatiye ferzkirin. A jê xerabtir ew e ku şoreşa wan bi diçewisîne, bi rêyê ku qanûna navdewletê cezayan bide ji ber kiryarên ku rêjîma Tirkîyayê pê radibe.
Lê li bara dexuyanîyên wezîyê çandinîyê yê Tirkîyayê, “Sabir” dibîne ku ew nîşana destpêkirina dagirtina bendavên Tirkîyayê ye, ev yek jî yekser tê wateya xuyabûneka bêhtir bo Sûrîya û Iraqê û bikaranîna dosyaya avê wekî alaveka fişarê li dij Sûrîya û Iraqê, lê wî tekez kir divê hişyar be ji ber ku dosyaya avê mîna bombeyekê ye û sînorê hikûmet û sîyasetê derbas dike.
Her wiha zelal kir ku av bo gelên deverê meselya jîyan û mirinê ye, ji ber wê hevjîyana aşitî çareya tevahîya pirsgirêkên deverê ye, çareya wê ne hêz e wekî ku Tirkîya li gor wê diçe û çaxa ku civaka navdewletî bi mijarên ku bandorê li raya giştî ya erebî dike, mijûl dibe, Tirkîya wê bi kar tîne. Daxuyanîyên fermî yên tirkî tenê wateyekê didin: “Bijê Tirkîya û bimire ên din”, ev e toranîya nû.
An lihevkirineka nû an jî pêkanîna rêzikên jêder û rêjgehê
Ji hêla xwe ve berpirsyarê di Partîya Yekîtîya Niştimanî ya Kurdistanê li Iraqê, Mehmûd Xoşnaw bi daxuyanîyekê ji Target Platformê re dibêje“ Li gor min ne pêkan e ku pirsgirêkeka avê li gel Tirkîyayê peyda bibe, bi her halî em bi hêvî ne ku em bigihêjin lihevkirineka nû li bara parên avê, an jî bi kêmanî rêzikên dewletên jêder û rêjgehê pêk were.
“Xoşnaw” lê zêde dike û dibêje ku ne Tirkîya û ne jî xeynî wê dikare encaman bi dest bixe bi bikaranîna dosyaya avê wekî alaveka fişara sîyasî. Bi her halî em wekî Iraq, Sûrîya, Tirkîya û Îran cîran in, her wiha dewletên kevdavê jî, ji ber wê pêwîst e têkilîya me bi hev re xweş be. Ji ber wê em bi hêvî ne ku em bigihêjin lihevkirineka nû an jê pêkanîna rêzikên berê.
Her wiha bal kişan ser wê yekê ku “Enqera” para Iraqê ji avê bernedaye û di heman demê de Iraqê jî bi awayekî baş av bi rê ve nebir, gelek tişt hene divê bên serrastkirin, doz ne tenê Tirkîya ye, hin kes hene hê jî avê bi rêyên kevneşok bi kar tînin (awayê somerî) ku av li ber diçe, di heman demê de divê bi Tirkîyayê re bigihêjin çareyekê.
Kanîya Çemî Firatê ji Tirkîyayê ye paşê di dirêjahîya /610/ KM di Sûrîyayê re derbas dibe û Iraqê bi dirêjahîya /1160/ KM dibire. Ji salên 60î ve Tirkîya rêzebendav avakirin, heta gihaş asta ku di sala 2021ê de rêjeya ava Firatê /5/ metreyan kêm bû ku di dîrokê de bi vê qaseyê kêm nebûye, ku li gor raporeka toreya “DW”yê ya almanî, êdî jîyana bi milyonan xelkê Iraq û Sûrîyayê dixe metrsîyê.