Tirsa vegera “DAIŞ”ê ji dilê xelkê “paytexta” wê ya berê derneketiye

Çaxa ku di 29ê meha borî de dengê teqînekê li Reqayê ket guhê Ebdulezîz El-Hisên, tirsa vegera DAIŞê ket dilê wî. Mêrê pêncî salî yê ji xelkê Reqaê dibêje ku dema teqîn pêk hat ew bi hevjîna xwe û zarokên xwe re li malê bû.

Di 29ê cotmeha borî de, teqînek li reqayê çêbû, cihê teqînê lo paş mizgefta El-Nûrê bû li hêla rojavayî ya bajar, ku  tu qurbanîyên mirovî di encama wê de çênebûn û DAIŞê berpirsyarîya wê girt ser xwe.

Ew mêr axaftina xwe ji Target Platformê re berdewam dike û dibêje: “Dema dengê teqînê hat, zarokên min tirsîyan û qîr dan, di dilê wan tirsa salên borî hebû, tirsa DAIŞê, me got qey DAIŞa terorîst careka din êrîş kiriye.”

Piştî heft salan ji qewirandina DAIŞa terorîs ji Reqayê, piştî /166/ rojan ji pevçûnê bi Hêzên Sûrîyaya Demokratîk re, ku %80yê bajar hat rûxandin, hê jî xelk bajar ji tevgera komikên veşartî ditirsin. Tirsa vegera DAIŞê ji dilê xelkê bajar derneketiye, ji ber ku êrîşan pêk tîne, ku piranîya wan êrîşan li gundewarên bajêr e û ya her dawî ji wan kuştina du endamên istixbaratên Hêzên Sûrîyaya Demokratîk li gundê Barûdayê li bajarokê El-Mensûrayê li başûrrojavayê Reqayê.

Ji ber ku Hisên bêşens e, mala wê nêrî navenda Hêzên Ewlekarîya Hundirîn e ku komikên veşartî yên DAIŞê di 26ê cotmeha borî de êrîş birin ser wê ku di encama wê de /3/ endamên Asayîşê û /3/ endamên HSDyê jîyana xwe ji dest da. Vê yekê jî tirsa êrîşkirina DAIŞê xist dilê xelkê deverê.

 

Di hundirê zindanan de metirsîyê çêdikin

Piştî kiryarên revê û tevlihevîyê yê endamên DAIŞê li girtîgeha navendî li Reqayê, tirsa xelkê Reqayê bêhtir bûye.

Li Reqayê du girtîgeh hene, yek ji wan bo girtîyên sivîlan e û ya din girtîgeha navendî ye ki girtîyên DAIŞa terorîst dihewîne. Girtîgeha Reqayê ya Navendî li taxa Rimêlê li hêla bakurrojhilatê bajêr e. Li gor raporeka Rawangeha Sûrîyayî ya Mafên Mirovan, ew zindan derdora /2000/ endamên DAIŞê dihewîne ku di nav wan de serekên mezin hene.

Ji 22yê cotmehê ve Hêzên Ewlekarîya hundirîn rêya Pira Embarê ya diçe derdora girtîgehê li Reqayê birîye, wekî bergirî bo parastina girtîgehê. Ew rê heta niha girtî ye. Xelkê Reqayê û bi taybet xelkê taxa Rimêlê ya ku bi sînorê zindanê ve ye ji revîna girtîyan ditirsin û sûrê girtîgehê bi çavan xuya dike.

Elî Esaf ê ku xelkê taxa Rimêlê ye ji Target Platformê re dibêje: “Em û terorîstên di girtîgehê de cîran in û çi operasyoneka DAIŞê li dij girtîgehê pêk were, em û zarokên xwe dê bibin qurbanî. Xwedê neke heger girtî revîyan dê berê xwe bidin taxa me û malên me, ji ber ku em bi girtîgehê ve ne û tax tijî xelk in. Em bang li alîyên berpirsyar dikin ku zindan ji nava bajêr bê veguhastin û parastineka wê ya taybet hebe, dûrî sivîlan.”

Amar û hejmar

Li gor raporeka navenda bibelgekirinê di ajansa North Pressê de, di nîvê pêşî yê vê salê de /552/ kes li ser destê birêxistina DAIŞê hatine kuştin û birîndarkirin. Raporê eşkere kir ku qurbanîyê êrîşên yekser ên DAIŞê /262/ kuştî û /112/ birîndar in, ji wan /64/ kuştî û /15/ birîndar ên hêzên hikûmeta Şamê, /37/ kuştî û /75/ birîndar ên Hêzên Sûrîyaya demokratîk, /4/ birîndar ên hêzên amerîkayî û /20/ kuştî ji komikên sûrîyayî yên girêdayî Îranê.

Hêzên Sûrîyaya Demokratîk /86/ operasyon li dij DAIŞê pêk anîn, /18/ ji wan Hevpeymana Navdewletî ew bi rê ve dibin. Her wiha hikûmeta Şamê /7/ operasyon pêk anîn, ji hêla xwe ve jî Tirkîya idîa dike ku ew bi operasyonekê li dij DAIŞê rabûye.

You might also like