Deranîna girtinnameyekê ji hêla Fransayê derheqê Beşar El-Esed bi sûcê pêkanîna êrîşên kîmyayî, tê çi wateyê?
Piştî ku gilî ji hêla /4/ birêxistinên nehikûmî hatin kirin, dadwerên lêpirsînê ji yekîneyên tawanên dijmirovatî ya girêdayî dadgeha Parîsê, girtinnameyek derheqê serokê Sûrîyayê Beşar El-Esed û birayê wî Mahir El-Esed û du efserên mezin di artêşa hikûmeta Şamê de, hat derxistin, ew jî bi tawana pêkanîna tawanên dijmirovahê bi rêya pêkanîna êrîşên kîmyayî li gundewarên paytexta Sûrîyayê di sala 2013an de.
Girtinname ji hêla dadwerên ku ji nîsana 2021ê de lêpirsînê dikin, derket. Lêpirsîn li bara gaza “sarîn”ê bû ku pê Dûma li Xûtaya rojhilatî û Mezemîyet El-Şam li Xûtaya rojavayîli gundewarên Şamê di 21ê tebaxa 2013an de hatibû armanckirin, di encama wê de bêhtir ji /1400/ kesan jîyana xwe ji dest da ji wan derdora /450/ zarok in. A din jî Xûtaya rojhilatî di 4ê tebaxa heman salê de armanc kir û di encama wê de /450/ kes birîndar bûn.
Girtinname li tenişta Beşar û Mahir El-Esed du efserên hikûmeta Şamî jî armanc dike, ew jî Xesan Ebas birêveberê beşê 450 ji Navenda Lêkolînên Zanistî yên Sûrîyayî û Besam El-Hesen şêwirdarê serokê komarê yê karûbarê stratejî û efserê têkilîyê di navbera koşka serokî û Navenda Lêkolînên Sûrîyayî. Ku gilîyê cînayî bi wan hat kirin ji hêla Navenda Sûrîyayî ya Ragihandin û Azadîya Axaftinê, Arşîva Sûrîyayî, Destpêşxerîya Adaleta Civakê ya vekirî û Birêxistina Parêzerên Mafê Sivil û doz radestî ofîsa navendî ya dijtawanên dijmirovatî li Parîsê hat kirin.
Li bara derketi hikumê dadwerî, birêveberê Navenda Sûrîyayî a Ragihandin û Azadîya Axaftinê, Mazin Derwîş bi daxuyanîyekê ji ajansa France Pressê got ku ev yekemîn girtinname ye ku derheqê Beşar El-Esed derdikeve û ev tiştekî girîng e ku dadgehê da zazîn ku heger hayê El-Esed ji êrîşa kîmyayî tunebûya dê êrîş pêk nehatibûya û ew perpirsyartîya vê yekê li ser xwe hildigire û divê bê darizandin, her wiha ew naskirina êş û azarîn qurbanîyan û malbatên wan e.
Li gor herdu parêzkarên alîyê ku gilî kirine “Klimance Wet û Jan Selzar”, girtinnameya derheqê Beşar El-Esed dikeve çarçoveya bipêşketina biryardar ku xeterîya tawanênpêkhatî dide xuyakirin.
Dadgehê û Navenda Sûrîyayî ya Ragihandin û Azadîya Axaftinê, lêpirsînên xwe yekser spartin şahidên yekser ji qurbanî û malbatên wan, her wiha belgeyê ji wêne û vîdyoyan li tenişta bernameya çekên kîmyayî yê girêdayî hikûmeta Şamê.
Bandora siyasî û moralî
Akadîmîsyanê sûrîyayî yê opozîsyon, Dr. Yihya El-irêdî bi daxuyanîyekê ji Target Platformê got: “Ev girtinname bandora wê siyasî û moralî ye bêhtir ku rasteqînî be, pêkanîneka yekser a girtinnameyê dê tunebe, wekî çawa ku di dema borî de hukim li Rifet El-Esed apê Beşar û Mahir hat birîn, ecama wê jî dîyarîçav e. Her wiha amaje bi wê yekê kir ku ev bergirîyên qanûnî derheqê tawankarên şer li Sûrîyayê rê li tawankaran teng dike, mafê sûrîyayî zindî dike û rê li ber pêkhatina tawanên din digire.”
Handana civaka navdewletî da ku bi erkên xwe rabe
Dr. El-Irêdî lê zêde dike: “Bergirîyên qanûnî yên wiha sazîyê Neteweyên Yekbûyî û dewletan han dide da ku bi erka xwe rabin li hember pêkanîna tawanên şer, her wiha sûrîyayîan han dide ku bi dû mafê xwe bikevin û bergirîyên darizandinê berdewam bikin.”
Dadgeha Fransayê di dema borî da girtinnameyên navdewletî derheqê /4/ berpirsyarên mezin di hikûmeta Şamê de derxistibû, ku wan berpirsyartêya bombebaranekê li Derayê di sala 2017an de kiribû û di encama wê de sivîlekî sûrîyayî ku nasnameya Fransayê hildigirt, jîyana xwe ji dest da. Her wiha hatiye plankirin ku dê di navbera 21 û 24ê gulana bê de dê darizandina /3/ berpirsyarên di hikûmeta Şamê da bê kirin ku tawanên şer û dijmirovahî pêk anî bûn û du sûrîyayîyên xwedî nasnameya fransayî kuştibûn, ew jî Mazin Debax û kurê wî Patrek, piştî ku di sala 2013an de hatibûn girtin.
Di 13ê çileyê yê 2022yan da dadgeha Almanyayê hukimê hetahetayê li efserekî berê yê di hêzên hikûmeta Şamê de birî, ew jî Enwer Rislan e ku tawanên dij mirovatî pêk anîbûn, kesên girtî kuştibûn û derdora /4000/ kesên girtî îşkence kirbû di girtîgeha veşartî ya beşê /251/ yê girêdayî ewlekarîya dewletê ya hikûmeta Şamê di navbera 2011 û 2012an de. Her wiha dadgeha Almanyayê di 19ê heman mehê de sala 2022yan, pizîşkê sûrîyayî Ela Mûsa tawanbar kir ku girtî îşkence kiribû, li wan dida, kihûl li dest û lingên wan dida û agir pê dadida, her wiha derzîyeka jehrîn li girtîyekî da û ew girtî jîyana xwe ji dest da û bêyî benckirin şkestina hestîyan cis dikir, di sala 2011an de.