Azarên mirovî yên niştecihên Eşrefîyê û Şêxmeqsûdê li Helebê, sedem jî dorpêça Hikûmeta Şamê ye

Taxên Eşrefîyê, Şêxmeqsûd û hin devên din li gundewarên bakurê bajêr ku bi sedhezarên koçberên ji Efrîna dagîrkirî li bakurê Sûrîyayê, li jêr zordarîya dorpêça xenqandinê ku hêzên Hikûmeta Şamê disepîne, azaran dikişînin. Di wextekê de ku hişyarî bo felaketên mirovî tên dayîn ku gefê li jîyana sivîlan dixwe nexasim ku demsala zivistanê nêzîk dibe û rê nayê dayîn ku derman, pêdivîyên tenduristî û sotmenî derbas bibin.

Ajansa Nûçeyan a Hawarê bi zimanê jêderekî ji hindirê taxên Eşrefîyê û Şêxmeqsûdê ragihand ku Encumena Giştî ya herdu taxan tenê /100/ lître mazota germkirinê li niştecihan belav kirin, sedema vê kêmbûna mezin di sotemenîyê de, êrîşên Tirkîyaya dagîrker li dij deverên petrolê li Bakur û Rojhilatê Sûrîyayê û dorpêça Hikûmeta Şamê a li herêmê sepandîye û rênadana derbasbûna stêrên sotemenîyê bo wan deveran e.

Metisîyên ji senaryoya zivistana borî

Hevdemî êrîşên Tirkîyayê yên berdewam li dij gundewarê bakurê Helebê ku koçberên Efrîna dagîrkirî dihewîne, ev herêm li tenişta taxên Eşrefîyê û Şêxmeqsûdê ji sala 2020î ve ji ber dorpêça Firqeya Çaran a girêdayî Hikûmeta Şamê zehmetîyan dikişînin, li dû wê jî zehmetîyên mirovî, nexasim ku bi dehhezarên zarok û temenmezinan hene ku pêdivîya wan bi guhdayîna tenduristî heye.

Şênîyên herdu taxan û yên herêmên gundewarên bakurê Helebê ji dubarekirina senaryoya sala borî ditirsin eger ku dorpêça ji hêla Hikûmeta Şamê ve dom bike ku hingî mirina du zarokan ji ber sermaya zêde û kêmbûna mazota germkirinê û derengbûna belavkirina wê heta sibatê, hat tomarkirin, li tenişta qelsbûna guhdayîna tenduristî û nebûna dermanan û pêdivîyên tenduristî û şîrê zarokan di demsala zivistanê de.

Birêveberîya Hevbeş a Encumena Giştî li taxên Eşerefîyê û Şêxmeqsûdê Hêvîn Silêman di hevpeyvîneka taybet li gel Target Platformê de got ku “dorpêça xenqdar ku li Şêxmeqsûd û Eşrefîyê hatiye sepandin hê jî didome û piştî erdheja wêranker ku bandor li avahîyên niştecihîyê û binesazîyê kir, gihaştiye qonaxeka xeternak, di wextekê de ku derfet û alavên mezin bo rakirina avahîyên li jêr gefa hilweşandinê tunene û çaksazkirina binesazîyê jî wekî lûlên kanalîzasyonê, hevdemî derbasbûna di demsala zivistanê de ne pêkan e.

Hêvîn Silêman piştrast kir ku Hikûmeta Şamê merc datîne ku sûdê ji sêyekeka qaseya sotemenîyê ku Birêveberîya Xweser bo germkirinê şandîye Helebê û herêmên Şehbayê, bigire, tevî ku tenê 100 lître li beşekî şênîyan li beramber pereyên sembolîk bi birîyarekê ji hêla birêveberîya herdu taxan ve wergirtine, çimkî rewşa jîyanê zehmet e. Hê jî bêtir ji sêyekeka niştecihan seba astengî û zehmetîyên ku rêbendên Firqeya Çaran a piştgirîya xwe ji milîsên Îranî çêdikin û pereyan li derbaskirina stêran disepînin, ev qase jî bi dest nexistine.

Tirkîyaya dagîrker û Hikûmeta Şamê

Tevî dorpêça ku Firqeya Çaran a Hikûmeta Şamê ji sala 2020î ve bi berdewamî dispîne jî, lê belê ev dorpêç asêtir kir û rêbendên leşkerî li derdora herêmê zêde kirin, hevdemî wê jî Tirkîyaya dagîrker sala 2022yan li dij Bakur û Rojhilatê Sûrîyayê dest bi êrîşan kir. Van hêzan rê neda ku pêdivîyên sereke derbasî herêmê bibe, tişta ku alîyên mafnasî wekî hevahengîyeka zelal di navbera Şam û Enqerayê de li dij niştecihên herêmê di çarçoveya hin hevtêgihştinên ku xizmeta berjewendîyên wan dike, bi nav dikin.

Silêman amaje bi pêdivîyên firne, ceneretorên kehrebeyê û tekane nexweşxaneyê kir ku eger dorpêç û qutkirina sotemenîyê dom bike, ew di her kêlîyê de li jêr gefa rawestandinê ye û belê dikişîne ser pêdivîyên dibistanên ku 20 hezar xwendekarî vedihewînin û danîngehên zarokan û piştrast dike ku sala borî ji ber sermaya dijwar û kêmbûna sotemenîyê, neçar man demekê dibistanan rawestînin û proseya perwerdeyê bidin sekinandin, di wextekê de metirsî ji dubarekirina heman senaryoyê vê salê heye.

Li gor Hevbirêveberîya Encumena Encumena Giştî ya Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefîyê “gelek ji werşeyên kar ji ber kêmbûna sotemenîyê rawestîyan, vê jî hişt ku bêkarîyeka zêde di nava ciwanan de çêbibe ku neçar man koçberî derveyî welat bibin, ev jî di çarçoveya sîyaeteka sîstematîk ji hêla Hikûmeta Şamê ve qene herdu taxan ji şênîyên wan vala bike, lê belê birêveberîya herdu taxan civînên diyalogê li dar dixîne da ku mekanîzmeya rûbirûbûna dorpêçê gotûbêj bikin û pişta xwe bidin hêza xwe qene encaman bi rêya hevgirtina pêkhateyan heta ji destê wan tê, derbas bikin.

Lêborîna Navdewletî hişyarîyê dide û şermezar dike

Birêxistina Lêborîna Navdewletî bi destpêka vê salê bi raporekê gotibû ku gerek e hêzên Hikûmeta Sûrîyê dorpêçê li dij sivîlên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefîyê yên kurdneşîn ên Helebê sepandî, bi dawî bike û ku ew bi dorpêçeka hovane bi nav kiribû û rê nade gengazîya bidestxistina niştecihan ji sotemenî, derman, ard û hwd ji pêdivîyên sereke.

Rapora birêxistinê bi zimanê niştecihên herdu taxan got ku hêzên Firqeya Çaran ji tebaxa 2022yan ve derbasbûna sotemenîyê bo herêmên zîyandîtî qedexe kir, ev jî bû sedem ku herdu tax rojane tenê 2 saetan kehrebyê bibînin, tevî ku berî dorpêçê 7 saet bi dest dixistin û piştrast dikin ku gelek ji sazîyên sereke, di nav de firne, ger ku dorpêç dom bike bi metirsîya girtinê re rû bi rû ne û hevdemî wê amaje dikin ku Firqeya Çaran rê bo qaçaxtîyê vekirine qene karibe dahatûyên darayî bi dest bixe, her wekî rêbendên wê jî pereyên zêde li kesên ku alavên tenduristî û şîrê zarokan bi wan re hebe, disepîne.

You might also like