Li Sûrîya û Iraqê /59/ leşkerên amerîkayî birîndar dibin

Target – Qamişlo

Berdevka Wezareta Berevanîyê ya Amerîkayê (Pentagon), Sabrina Singh duh sêşemê bi daxuyanîyekê ragihand ku ji 17ê çirîya pêşîn de, hêzên girêdayî Îranê /55/ caran êrîş li dij hêzên amerîkayî yên li Sûrîya û Iraqê pêk anîne.

Sabrina Singh eşkere kir ku di êrîşan de, /59/ leşkerên amerîkayî birîndar bûne, birîna /27/an ji wan di mejî de ye.

Berdevka Pentagonê her wiha got ku vê gavê her /59/ leşker vegerîyan ser karê xwe.

Li bara bersiva Amerîkayê ji êrîşan re jî dîyar kir ku “Amerîkayê /3/ êrîş li rojhilatê Sûrîyayê pêk anîn û dê herdem jî ne bêbersiv be”

Hêjayî gotinê ye ku piranîya baregehên hêzên amerîkayî li Sûrîya û Iraqê ji piştî şerê Xezayê ve tên armanckirin û Washington serwext e ku Îran li dû êrîşan e.

You might also like