Rêjeya mezin ji qurbanîyên mayînan, zarokên Sûrîyayê ne

 

Target – Qamişlo

 

Rawangeha Mayînên Erdê ku birêxistineka nehikûmî ye, raporek belav kir ku tê de eşkere kir ku bi seba mayînên erdê, sala borî /1661/ kes hatine kuştin û /3015/ kes jî birîndar bûne.

 

Rapora Rawangeha Mayînên Erdê di rapora xwe de da zanîn ku %85 ji qurbanîyan sivîl in û nîvê qurbanîyên sivîl zarok in ku piranîya wan ji Sûrîya, paşê Ukrayna û paşê ji Yemenê ne.

 

Raporê eşkere kir ku hejmaramezin ji qurbanîyan ji Sûrîya û Ukraynayê ne ku /834/ ji Sûrîyayê ne û /608/ ji Ukraynayê.

You might also like