Pentagon: Me li rojhilatê Sûrîyayê êrîşî hêzên girêdayî Îranê kir.

 

Target – Qamişlo

 

Wezîrê Bervanîyê yê Amerîkayê Lloyd Austin îroj duşemê bi daxuyanîyekê ragihand ku wan li rojhilatê Sûrîyayê êrîşî binkeyên Sipay Pasdarên Îranê kiriye.

 

Li gor Austin, ev êrîş li dij /2/ baregehên li nêzî bajarokên Bûkemal û Meydînê pêk hatine.

 

Rawangeha Sûrîyayî ya Mafên Mirovan jî got ku “di encama êrîşan de /8/ kes, di nav wan de yek sûrîyayî ye, hatine kuştin.

 

Hêjayî gotinê ye ku ji çaxa şerê Xezayê dest pê kiriye, bi dehên êrîşên esmanî û bejayî li dij hêzên amerîkayî li Sûrîya û Iraqê pêk hatine û Washington rasterast Tehranê tawanbar dike.

You might also like