“Bi hevkarîya birêxistinên terorî”.. Raporeka amerîkayî: Erdogan dixwaze bakurê Sûrîyayê dagîr bike

Rojnameya “National Interest”ê ya amerîkayî bi raporekê bal kişand ser kiryarên serokê Tirkîyayê Receb Teyyib Erdogan li dij kurdên bakurrojhilatê Sûrîyayê û wê wekî kêferateka hebûnê bi nav kir û tekez kir ku xewnên wî yên osmanîya nû hene ku bi rêya wê dixwaze dîroka împeratorîyê vegerîne û careka din axa ku di bin serwerîya wê de bû vegerîne.

Rojnameyê bi bîr xist ku Tirkîya hevalbenda  “Artêşa Niştimanî ya Sûrîyayî” ku yek ji milîsên girêdayî wê ne û armanca wê avakirina “devereka ewle” ye li bakurrojhilatê Sûrîyayê. Her wiha di di 5ê cotmeha borî de êrîşek bir ser bakurrojhilatê Sûrîyayê ku ew Hêzên Sûrîyaya Demokratîk wekî armancên rewa ji operasyona xwe re dibîne, di encama wê de /44/ kes hatin kuştin di nav wan de sivîl û hêzên ewlekarîyê hebûn.

 

Armancên osmanîya nû li bakurê Sûrîya û Iraqê

Li bara tiştê ku di raporê de hatibû nivîsîn, rojnameger û analîzkarê siyasî yê amerîkayî, Dr. Michael Morgan bi daxuyanîyekê ji Target Platformê re dibêje: “Ji çaxa ku serokê Tirkîyayê bûye serok armanceka wî tenê heye, ew jî ew e ku Dewleta Osmanî ji nû re vejîne û bibe emîrulmuminîn, paşê deverê desteser bike. Wekî em dizanin, ji demeka dirêj ve cavên wî li bakurrojhilatê Sûrîyayê ye û bo vê yekê çûnûhatina endamên birêxistina DAIŞê ya terorîs, hêsan dikir.”

Morgan lê zêde kir: “Ji ber wê, tiştê ku di rojnameya “National Interest”ê ya amerîkayî de hat, pir rast e, ez tekez dikim, ku Erdogan dê rêya xwe neguhere, dibe ku di hin deman de em dikarin bibêjin ku ew radiweste da ku careka din li hesabên xwe vegere, lê ev yek bi veguhartinên ku li deverê çêdibin re girêdayî ye, yên ku bêyî wê dê hewl bida serwerîyê li gelek dewletan bike ji wan Misir, ew jî bi rêya Lîbyayê, lê Qahîrayê xêzeka sor jê re xêz kir, ji ber wê li wê deverê sist bû û careka din hewl dide serwerîyê li bakurrojhlatê Sûrîyayê bike, li tenişta dizîya ava Iraqê.

Di dawîya daxuyanîyên xwe de, “Morgan” dibîne ku di çarçoveya şerê wekaletê de birêxistinê terorîs wekî hevkarên serokê Tirkîyayê kar kirin, da ku berjewendîyên Tirkîyayê pêk bînin bêyî ku Erdogan xuya bike. Di çarçoveya şerê li dij kurdan carinan eşkere hevkarîya birêxistinên terorîs kir û carinan jî bi awayekî neyekser hevkarî kir, Her wiha tekez kir ku “bo berjewendîyên xwe,  Erdogan amade ye bibe hevkarê şeytan.”

 

Tirkîya û hevkarîya bi birêxistinên girêdayî “El-Qaîda”yê re

Rapora “National Interest”ê zelal kir ku Tirkîya piştgirîya “Heyet Tehrîr El-Şam”ê dike ku ew hevgirtineka komikên îslamîst ên sinî ne, derveyî qanûnê ne û li bakurê Sûrîyayê bi cih dibin, ku ji şaxê El-Qayîdayê yê berê li Sûrîyayê ji dayîk bûye.  Heyet Tehrîr El-Şam serwerîyeka wê ya birêveberî li Idlibê heye û serekê wê di demên dawî de bang kir ku êrîşên tolhildanê li dij Hevpeymana Navdewletî pêk bên.”

 

Ji hêla xwe ve serokê Hevpeymana Amerîka-Rojhilata Navîn bo demokrasîyê, Dr. Tom Herb dibêje ku serokê Tirkîyayê gelek komikên terorîst ên Ixwan û ji bilî wan jî li Tirkîyayê hewandin, ev kes her dem di hundirê Tirkîyayê de konfrans li dar dixistin. Her  wiha serekên Hemasê û komikên ji rêjîma Îranê berdewam diçin Tirkîyayê û di navbera Tirkîya û Qeterê de diçin û tên, ji ber wê Tirkîya devereka guncaw bû bi hevahengîya di navbera komikên terorîs, ew jî bi nasîna istixbaratên Tirkîyayê ku birêxstinkirina wê pêk dihat, çi bi Îranê re ç jî bi Qeter, Hizbulah an jî Cîhada Îslamî ya Tirkî.

“Herb” bi daxyanîyekê ji Target Platformê li bara helwesta “Erdogan” li hember bakur û rojhilatê Sûrîyayê, tekez kir ku serokê Tirkîyayê hewl dide kirîza keysbaz bike û qezencê ji qelsîya rola Amerîkayê bike, da ku tematîyên xwe li bakurrojhilatê Sûrîyayê pêk bîne. Hevdemî bûyerê Xezayê gengaz e ku rewş li Rojhilata Navîn aloztir bibe, ji ber wê Tirkîya dê hewl bide rewşê keysbaz bike da bêhtir bikeve bakurrojhilatê Sûrîyayê, dibe ku ev yek pêk were, di vir de divê meriv li helwesta birêveberîya Amerîkayê bipirse.

Siyasetmedarê amerîkayî lê zêde kir û got ku li bara helwesta Amerîkayê, bêguman Partya Komarî dê di rûyê vê êrîşê de raweste, Partîya Demokrat jî û birêveberîya serok Joe Biden dê helwestên wan dijî Tirkîyayê bin, lê pirseka din heye, gelo rojava dikare çi bike ji bilî cezayan, çaxa ku Enqera bêhtir derbasî bakurê Sûrîyayê bibe?

 

Amerîka û hevkarîya bi kurdan re di dosyaya terorê de

Rapora rojnameya “National Interes”ê balê dikşîne ser wê yekê ku Washington di têkilîyên xwe yên bi kurdan re cudahî xist navbera Hêzên Sûrîyaya Demokratîk û Partîya Karkerên Kurdistanê, ku di sala 2014an de Amerîkayê hevkarî bi HSDyê re kir û ji ber metirsîya DAIŞê li ser bakurrojhilatê Sûrîyayê hevkarîya wan berdewam kir.

Her wiha anî ziman ku ji bo dijîtîya birêxistina DAIŞê di sala 2014an de, serokê Amerîkayê yê berê Barack Obama hevkarî bi Hêzên Sûrîyaya Demokratîk re kir wekî stratejîyekê bo têkbirina îslamîstan li deverê, di heman demê de da ku leşkerên amerîkayî bi koman belav neke.

You might also like