Agahîyên nû.. bertîlên veşartî yên “El-Emşat”ê li ser darên zeytûnan digihêje /20/ dolaran

Hejmar tên guhatin, lê hejmara darên zeytûnan li Efrînê bêhtir ji /18/ milyon dar e, ew milkên xelkê deverê ye û salane derdoraa /270.000/ ton zeytûn hildiberîne ku li derdora /55.000/ ton zeyta zeytûnan ji wan tê.

Lê ji çaxa ku devera kudî ya kesk li bakurrojavayê Sûrîyayê di 18ê adara 2018an ve hatiye dagîrkirin, di bin nîrê çeldarên sûrîyayî yên girêdayî Tirkîyayê de ye.

Binpêkirin û tawanên çekdarên vê deverên di bin navên komikan de berdewam in, vê yekê jî hişt ku di nîvê tebaxa borî de Amerîka cezayan li du serekên van komikan ferz bike, ku ew jî Mihemed El-Casim Ebû Emşa serekê komika Sultan Silêman Şah û Sêf Ebû Bekir serekê komika El-Hemza ne.

 

Binpêkirin di derheqê zeytûnan de

Darên zeytûnan ji binpêkirin di derheqê wan de etê kirin, ku ji roja yekê ya dagîrkirina Efrînê ve, wekî xenîmeyên şer bo çekdar û malbatên wan li darên zeytûnan hat nêrîn.

Darên zeyûnan rastî dizîyeka berfireh hatin, malûmilkên kesên ku vegerîyan Efrnê bi par ve kirin û malpmilkên kesên ku hatine koçberkirin hatin desteserkirin. Her wiha dar hatin birîn û wekî êzin hatin firotin, mûsimên zeytûnan hatin dizîn û bertîla salane li milkdarên kurd hat ferzkirin.

 

Dawîtirîn binpêkirinên ku hatine bibelgekirin

Di dawîtirîyên binpêkirinên ku hatine dîtin de, Target Platformê ji jêdereka ku li devera Şîyê li gundewarê Efrînê niştecih e agahî bi dest xistin ku komika “Sultan Silêman Şahê” ya ku Mihemed El-Casim Ebû Emşa wê bi eê ve dibe dê bertîlên veşartî yên nû li ser darên zeytûnan ferz bike, ku ev bertîl dê qaseyên mezin ji pereyan jê re kom bike.  

Jêdera taybet ji Target Platformê re got: “Tiştekî fermî ji komikê ji komikê derneketiye, ku di rêya daxuyanîyan an jî fermaneka bi muxtaran şandî, lê belê ew fermanên devkî ne ku bertîlan li ser darên zeyrûnan ferz fikin, lê belê bertîlên daran ji yên zeytê cuda ne, ku fermana bertîlên zeytê li muxtaran hat belavkirin ew jî %10 ji zeytê ye.”

Jêderê lê zêde kir: “Her wiha, bertîl bo darên zeytûnan jî hatiye ferzkirin û bertîla wê bi dolarê amerîkayî tê standin. Komika çekdar fişareka mezin li xelkê deverê dike, ku derfetê du rojan tenê dide wan da ku bertîlê peyda bikin, bi wan re diaxivin û gefê li wan dixwin da ku pereyan bidin.”

Li gor jêderê, qaseya bertîlên darên zeytûnan wiha ye:

1- “Welatîyên kurd ên ku li deverê ne û darên wan ên zeytûnan li deştê hene, bo her darekê dolarek hatiye ferzkirin, ango heger sivîlekê kurd /800/ darên wê yên zeytûnan hebin, divê /800/ dolarî bide.”

2- “Welatîyên kurd ên ku li deverê ne û darê wan di deverên çîyayî de hene, bo /4/ daran dolarek hatiye ferzkiein.”

3- “Welatîyên kurd ên li derve (çi yên li derveyî welat, çi jî yên koçberkirî) û darên wan ên zeytûnan li deştê hene, bo her darekê /20/ dolar hatiye ferzkirn.”

4- “Welatîyên kurd ên li derve (çi yên li derveyî welat, çi jî yên koçberkirî) û darên wan ên zeytûnan li deverên çîyayî hene, bo her darekê /3.5/ dolar hatiye ferzkirin.”

 

Bertîl çawa tên komkirin?

Li bara çawanîya komkirina bertîlan ji hêla milîsan ve, jêderê got: “Lîsteya bertîlan li muxtaran nehat belavkirin, lê belê ji her gundekî kesek erkdar kirin û ew neçar kirin ku her kesek li gundê xwe pereyan ji welatîyên kurd kom bikin, ku ev kes dê li malên gundê xwe bigere û qaseya pereyan a ku li wan hatiye ferzkirin, ji wan re eşkere bike.”

Jêderê tekez kir ku “komik rojane nameyên deng ji sivîlên ku bo komikirina pereyan hatine erkdarkirin rê dikin da ku bi lez pereyan kom bikin. Her wiha komik baldar e ku ev yek bi awayekî veşartî pêk bê ji ber nas dike ku ragihandin kiryarên dizîyê yên ku mûsimê zeytûnan rûbirûyê wê ye, dişopîne.”

Piştî dagîrkirina Efrînê bi operasyona xwedêgravî “Çiqilê Zeytûnê” ku di encama wê de piranîya xelkê resen ên kurd ên Efrînê koçber bû, wezîrê çandinîyê yê Tirkîyayê li xwe mukur hat û got ku Tirkîyayê di 2018an de mûsimê Zeytûnan ê Efrînê hat desteserkirin û firotin, ew jî bersiva serekê HDPyê bû ku wî Tirkîya tawanbar kiribû ku mûsimê zeytûnan ê Efrînê tala kirine. Her wiha wê demê cîgirê HDPyê Nûredîn Macîn tekez kir çekdaran netenê /50.000/ ton zeyta zeytûnan dizî, lê belê, zevîyên zeytûnan jî wêran kirin.

Wê çaxê rojnameya “Daily Telegraph”ê nirxê zeyta ku ji hêla Tirkîyayê ve  hatiye talan kirin zelal kir û got ku derdora /70/ milon euro dike û anî ziman ku 25% ji van pereyan para komikên çekdar ên li Efrînê bû.

You might also like