Def li Xezayê ye û zemawend li bakurê Sûrîyayê ye.. Çawa Tirkîya kêferatê keysbaz dike?

 

Çi bûyera ku li deverê û cîhanê rû bide, bêyî Tirkîya wê keysbaz bike da ku bakurrojhilatê Sûrîyayê armanc bike bi rehetî derbas nabe, ew deverên Birêveberîya Xweser û Hêzên Sûrîyaya Demokratîk. Her wiha çi bûyera ku rû dide bo piranîya xelkê wê deverê dibe metirsî ku lihevlirinek li ser hesabê maf û hêvîyên wan çêbibe, hêvîyên ku ev /12/ sal in di şerê navxweyî yê Sûrîyayê de, bi dû wê da ne.

Tiştê ku di 7ê cotmehê de rû da, asta metisîyê bilindtir kir, çaxa ku Tevgera Hemasê êrîşek berfireh li dij bajarên îsraîlî yên li derdora Xezayê oêk anî û di encama wê de derdora /1400/ îsraîlî hatin kuştin. Ji wê rojê de şerê Îsraîl û Hemasê bala weletên rojavayî dikşîne û ragihandinê berê xwe daye wê, ev yek bo bakurrojhilatê Sûrîyayê neyînî bû, ku Tirkîyayê zemîna wê bombebaran kir.

Şopînerên rojavayî dibêjin ku şerê Xezayê bal ji ser bakurrojhilatê Sûrîyayê dûr xist, Tirkîyayê jî xwesteka welatên rojavayî ya tevlîbûna Fînlanda û Swêdê bo NATOyê bi kar anî da ku destkeftîyan li ser hesabê Birêveberîya Xweser bi dest bixe, ew jî bi rêya ku hin qerebûyan jê re bikin û rê dan wê ku operasyonên leşkerî pêk bîne, ya herî dawî ji wan jî operasyona bombebaranê ya ku di 5ê cotmehê da dest pê kir û zîyanên aborî derdora milyarek dolarî li dû xwe hişt.

Berteka Amerîkayê ji bombebarana Tirkîyayê ya li ser deverên Birêveberîya Xweser, ji alîyekî û ji alîyekî din ve êrîşa ku li Îsraîlê rû da, pir balkêş bû. Ku di bombebarana Tirkîyayê de guh neda wê, lê bo Îsraîlê piştgirî kir û du keştîyên balafirhilgir li Deryaya Spî bi cih kirin da ku bersiva “kiryarên dijminane” yê li dij Îsraîlê bide, an jî rê nede ku şer berfireh bibe.

MSD komkujîyên li Xezayê şermezar dike

Tevî eiha jî, ev yek nebû rêgir ku Meclisa Sûrîyaya Demokratîk (MSD) di 18ê cotmehê de li bara tiştê ku li Xezayê rû dide, helwesta xwe nîşan bide, ku MSDyê komkujîyên ku li dij sivîlên Xezayê pêk tên şermezar kir û got: “Ew bipêşketinên metirsîdar û bûyerên trajîk li Xezayê bobelata mirovî dişopînin.”

Her wiha lê zêde kir ku MSD pir xemgîn e li ser sivîlên ku bûn qurbanî û sersaxî ji malbatên qurbanîyan re xwest û tekez kir ku pêwîst e civaka navdewletî bi perpirsyartîyên xwe ve rabe û bergirîyên pêwîst bigire da ku şer û xwînrijîyê rawestîne, sivîl neyên armanckirin û mafên mirovan biparêzin.

Sûrîya bûye qada kêferata kontrolkirinê bo gelek dewleta, çi Hevpeymana Navdewletî be ya ku şerê terorê dike, çi jî Rûsya, Îran û Tirkîya be. Ku komikên girêdayî Îranê baragehên Hevpeymana Navdewletî yên li deverên Birêveberîya Xweser bombebaran dike.

Birêveberîya Xweser piştgirîya çareya herdu dewletan dike

Li bara metirsîya bandora şerê Xezayê li deverên Birêveberîya Xweser, Dr. Ebdulkerîm Umer niwênerê Birêveberîya Xweser li Ewropayê bi axaftinekê ji Target Platformê re got: “Tekez tiştê ku li Xezayê rû dide dê bandora wê li ser asta navdewletî û herêmî li Rojhilata Navîn hebe. Em wekî sûrîyayî, beşek ji wê ne, ji ber wê tekez e dê bandora wê li hindirê Sûrîyayê bibe.”

Lê zêde dike û dibêje: “Em li barurrojhilatê Sûrîyayê, beşek ji Sûrîyayê ne, û helwesta me li bara kêferata filistînî-îsraîlî zelal e, ji kîjan alî be jî em li dij armanckirina sivîlan in , bi taybet jin û zarok. Em bi rawestîna şer re ne û em daxwaz dikin ku doza filistînî li gor biryarên navdewletî yên girêdayî wê bê çarekirin, ku bi rêya wê du dewlet bên avakirin, dewleta Filistînê û dewleta Îsraîlê.”

Li bara Tirkîyayê û bêşbînîkirina şopînera ku dê bûyerê Xezayê kesysbaz bike da ku deverên Bieêveberîya Xweser têk birûxîne bi rêya lihevkirinan bi Rûsya û Amerîkayê re, wekî çawa ku li Efrîn, Serê Kanîyê û Girê Spî çêbû, Umer ji Target Platformê re got: “Tirkîyayê her dem kêferata di navbera rojhilat û rojava de keysbaz kiriye û hebûna xwe ya di nava NATOyê da jî keysbaz dike, di encama wê de Efrîn, Serê Kanîyê û Girê Spî dagîr kir.”

“Her wiha wê şerê Rûsya û Ukraynayê, xwesteka Swêd û Fînlandayê ya tevlîbûna NATOyê keysbaz kir û li ser van her du dewleta peymanek li ser hesabê gelê me îmze kir.” Umer amaje bi wê yekê kir ku “Ne dûr e ku vê kêferata nû keysbaz bike û êrîşeka nû pêk bîne ku pêkhateyên bakurrojhilatê Sûrîyayê armanc bike, ji ber ku civaka navdewletî, raya giştî û ragihandin mijûl e.

Lê bi her halî, çiqasî ku bibihane bin jî, lê metirsî hene, ew metirsî nikare bihêle ku jîyan li deverên Birêveberîya Xweser raweste, bi taybet çi sistbûn ji hêla Amerîkayê ve çêbibe, li hember wê dê rola Rûsya û îranê xurt bibe, ev yek jî di bingehê xwe de Amerîka ji bo wê hatiye.

 

 

 

 

 

You might also like