Balafirên şer ên Amerîkayê komikên girêdayî Îranê bombebaran dikin

 

Target – Qamişlo

 

Bi fermaaneka yekser ji Serokê Amerîkayê, Joe Biden, du balafirên şer ên Amerîkayê komikên girêdayî Îranê li Sûriyeyê bombebaran kirin.

 

Wezareta Parastinê ya Amerîkayê li bara vê mijarê mijarê daxuyaniyek belav kir.

 

Wezareta Parastinê ya Amerîkayê da zanîn ku ev bombebaran bersiva armanckirna baregehên wan ên li Sûrîya û Iraqê ye.

 

Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Lloyd Austin roja çarşemê got ku bi fermaneka yekser ji Serokê Amerîkayê, Joe Biden, baregehên komikên çekdar ên girêdayî Pasdarên Îranê ji alîyê balafirên Amerîkayê ve hatine armanckirin.

 

Austin anî ziman ku êrîş bi du balafirên F-15yê li dij depoyeka çek û cebilxaneyê, wekî bergirîyên xweparastinê hatiye kirin.

 

Her wiha Austin hişyarî da ku Amerîka amade ye ku gavên din bo parastina hêz û baregehên xwe biavêje.

You might also like