Bi êrîşeka DAIŞê /34/ leşkerên hikûmta Şamê tên kuştin

 

Target – Qamişlo

 

Berbanga îroj çarşemê, terorîstên DAIŞê li biyabana El-Resafayê di sêgoşeya Reqa,Dêra Zorê û Humsê, êrîşek li dij deverên hêzên hikûmeta Şamê pêk anîn.

 

Rawangeh Sûrîyayî ya Mafên Mirovan tekez kir ku /34/ leşkerên hikûmeta Şamê hatine kuştin û gengaz e hejmar bilindtir bibe ji ber ku birîndarên xwedî birînên giran hene.

 

Her wiha balafirên şer ên Rûsyayê deverên belavbûna terorîstên DAIŞê li biyabana El-Resafayê bombebaran kir û rawangehê tekez kir ku kuştîyên DAIŞê jî hene.

You might also like