Nameyek ji Biden bo Murşidê Îranê.. Amerîka bi çi awayî li êrîşên li dij hêzên xwe li Sûrîya û Iraqê dinêre?

Berî çend rojan wezîrê parastinê yê Amerîkayê Lloyd Austin daxuyanîyek da ku welatê wî dê bersiva êrîşên ku hêzên Amerîkayê li Sûrîya û Iraqê dikin armanc, bidin. Ku ew êrîş ji hêla hin alîyên girêdayî Îranê pêk tên di çarçoveya ku bersiva operasyonên îsraîlî li Xezayê didin. Ev yek metirsîya vekirina enîyên nû û berfirehbûna kêferatê, çêdike.

Sekerterê rojnamevanîyê yê Pentagonê serbaz Pat Ryder, di nûtirîyên daxuyanîyên xwe de got ku hêzên amerîkayî li Iraq û Sûrîyayê /27/ caran rastî êrîşên dron û moşekan hetiye; bi kêmanî di rojê de êrîşek, ev êrîş hevdemî belavbûna hêzên amerîkayî li deverê bû. Her wiha amaje bi wê yekê kir ku hin ji van êrîşan piştî derbeyên Amerîkayê hatin ku hin avahîyên ku Pasdarên Îranê li rojhilatê sûrîyayê ew bi kar dianîn, kir armanc.

 

Êrîşên bi dron û moşekan û belavbûna hêzên Amerîkayê

Berpirsyarekî di Wezareta Parastinê ya Amerîkayê da bi daxuyanîyekê ji toreya “Vois of America” yê re, da zanîn ku hin dronan berê xwe da baregeha “Eyn El-Esed”ê li Iraqê, her wiha moşek jî bo êrîşkirin wê baregehê hatine bikaranîn.

Ev êrîşên li dij hêzên Amerîka û Hevpeymana Navdewletî, ji 17ê cotmehê ve, di encama wan da qurbanî çênebûne, lê li Sûrîyayê /17/ leşkerê amerîkayî bi sivikî birîndar bûn û /4/ çar jî li Iraqê bi sivikî birîndar bûn. Her wiha karmendekî amerîkayî li baregeha Eyn El-Esedê ji ber rawestîna dil jîyayna xwe ji dest da, ku di dema hişyarîya êrîşekê de jîyana xwe ji dest da.

Lê li hemberî wê Amerîkayê esmanparêzên nû li Rojhilata Navîn belav kirin, yên bi navê “Thad” û hin jî moşrkavêjên patiryotê. Ew jî wekî bersivdayîn ji êrîşên ku li dij hêzên wê pêk hatin. Her wiha berdevkê Pentagonê tekez kir ku dê /300/ leşkerên din li devera Rojhilata Navîn bên belavkirin da ku karîna parastina hêzên amerîkayî xurttir bikin.

Her wiha Wezareta Parastinê ya Amerkayê derdora /2000/ leşkeran xistiye rewşa amadebûnê da ku li Rojhilata Navîn belav bibin û piştgirîya Îsraîlê ya di rûyê Hemasê de bikin. Lê şopîner dibêjin ku belavbûna leşkeran nayê wateya şerkirina hêzên amerîkayî li tenişta yê îsraîlî, lê belê armanca wê ew e ku rê li ber alîkarîya ku ji Sûrîya, Libnan û Iraqê bigire û rê nede jî ku hêzên Amerîkayê bên armanckirin.

 

Bersiveka ku nameyekê bo Îranê hildigire

Li bara daxuyanîyên wezîrê parastinê yê Amerîkayê, mamostayê zanistên siyasî di Zanîngeha George Washingtonê de, Dr. Nebîl Mîxaîl bi rêya telefonê ji Target Platformê re dibêje ku ev daxuyanî yên wateya ku Washington dê bersiva êrîşên ku li dij baragehên wê li Iraq û Sûrîyayê pêk bên, bide, lê ev bersiv jî dê nameyek bin ji Îranê re, ji ber ku birêveberîya Amerîkakê bawer e ku ew komikên ku van êrîşan pêk tînin girêdayî Îranê ne.

Mîxaîl dibîne ku ev daxuyanî nayên wê wateyê ku Amerîka dê bikeve şerî nû li Rojhilata Navîn, ji ber ku ew bi rastî bêhtir mijûlî piştgirîya êrîşên Îsraîlê yên li dij Xezayê ye. Ji ber wê ew naxwazze enîyeka nû veke ku li ser demeka dirêj bibe seba girêdanê, ev yek jî sazîya leşkerî ya ku naxwaze şerekî nû bike, jê ne razî ye.

Li gor nêrîna mamostayê zanistên siyasî, di dema pêş de em ê bûyerên terorî li dij Amerîkayê bibînin, çi li hundirê Amerîkayê an jî derveyî wê be, ew jî bi rêya armanckirina deverê û armancên Amerîkayê li deverê. Ji ber ku rewşeka nerazîbûnê li dij Washingtonê heye, ew jî bi seba piştgirîya tund ji komkujîya ku li Xezayê rû dide. Ji ber wê nerazîbûneka mezin li gel xelkê çêbûye û dibe ku ev nerazîbûn bibin operasyonên terorî li dij armancên Amerîkayê.

 

Armanckirineka berfireh ji hebûna Amerîkayê re

Tevî Washingtonê derbeyên esmanî li dij deverên wekîlên Îranê pêk anîn, lê derbeyên wan komikan li dij armancên Amerîkayê ranewestîyan, çi bi moşekan be çi jî bi dronan be. Lê belê wezîrê parastinê yê Amerîkayê tekez kir ku welatê wî dê di çarçoveya têkbirina van kesan de, derbeyên esmanî berdewam bike, lê metirsî mezin dibe ku ev bûyer bibin pevçûneka mezintir.

Di vê çarçoveyê de, mamostayê zanistên siyasî yê Zanîngeha Amerîkayî li Qahîrayê, Dr. Tariq Fihmî dibêje ku dîyar e ku li gelek deverên cîhanê hebûna Amerîkayê dê bê armanckirin, ne tenê li Rojhilata Navîn. Hin pêşbînîyên Istixbaratê Navendî yên Amerîkayê hene dibêjin ku dê di dema bê de dê asta armanckirina hebûna hebûna Amerîkayê bilindbibe, ne tenê hêz û baregehên wê, lê belê balyozxane û kesên girêdayî wê jî.

Fihmî bi rêya telefonê ji Target Platformê re got ku ev metirsî ji encama alîgirîya Amerîkayê ji Îsraîlê re ye, ku Tehran wekîlên xwe li deverê tevdigerîne da ku fişarê li ser tevgera Hemas û El-Cîhadê yê filistînî sivik bike.

Lêl di heman demê da pisporê karûbarê Rojhilata Navîn ê misirî, tekez dike ku nameyên di nevbera Washington û Tehranê de armanca wê sînordarkirna kêferatê ye û bi tu awayî berfireh nebe, wekî ku Amerîka banga aramîyê li Îranê dike, Îran jî ji hêla xwe ve bi awayekî din têbigihêje û dê hewl bide bêhtir asta şer bilind bike, da ku hêza xwe tekez bike.

Fihmî dibîne ku çiqasî jî di halê hazir de senaroya sînordarkirina şer li dar be, lê axa Sûrîya û Iraqê bûye dikeya herî girîng û metirsîdar ji Îran û Amerîkayê re, ji ber ku ew enîyeka pêkan e ku pevçûn û bipêşketina bûyeran lê rû bidin.

You might also like